Teşxîsa 33 cenazeyan hê nehatiye kirin

Li Cizîrê di şerê dema 'qedexeya derketina derve' de 33 endamên YPS û YPS-JIN jiyana xwe ji dest dabûn û li cihê bêkesan ê goristanê hatibûn veşartin. Hê jî cenazeyên 33 endamên YPS-YPS JIN nehatine teşxîskirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 15’ê Kanûna 2015'an derketina devre hatibû qedexekirin û di şerê giran de 33 endamên YPS-YPS JIN yên ku jiyana xwe ji dest dabûn li cihê 'bêkesan' ên goristanê hatibûn veşartin. Cenazeyên 33 endamên YPS-YPS JIN hê jî li bendê ne ku werin rakirin. Cenazeyên ku piştî otopsiyê biribûn Meletî, Mêrdîn, Dîlok, Silopiya, Şirnexê lê nasnameyên wan diya nebûbûn, li cihên 'bêkesan' ên goristanê hatibûn veşartin.

Li gorî agahiyan ji cenazên ku nasnameya wan nehatine teşxîskirin yek jê li Taxa Yafes a ‘bêkesan’ 17 jê li Silopya, 4 jê li Şirnex gundê Avgamasiyan, 2 jê li Bajarokê Gundikê Melê û 2 jê jî li bajarokê Dêrgul a Şirnexê hatibûn veşartin. Her wiha diyar bû ku cenazeyên 2 endamên YPS-YPS JIN li Dîlokê û yên 5’an jî li Meletî li goristana ‘bêkesan’ hate veşartin.

Her wiha gelek malbat ji bo ku cenazeyên xwe bistînin mînaka DNA’yê dane lê hê jî bersiva wan nehatiye dayin.