Terora polîsan ya li Parka Gerê
Terora polîsan ya li Parka Gerê
Terora polîsan ya li Parka Gerê
Di demjimêrên serê sibehê de polîsan bi bombeyên gazê êrîşî sedan kesên li dijî xirab kirina Parka Gerê ya li Taksîmê nobet girtin, kirin û teror meşandin. Di êrîşa polîsan de zêdetirî 20 kesan birîndar bûn.
Polîsan di demjimêrên serê sibehê 04.00’an de bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî sedan kesên ku parlementer û hunermend jî di nav de heyî kirin. Di êrîşa polîsan de herî kêm 20 kes birîndar bûn.
Dîwarê ku kesên ji êrîşan reviyan hatin ser hilweşiya. Di encama hilweşîna dîwar de gelek kes birîndar bûn.
Konên ku di çalakiya nobetê de li parkê hatibûn vedan ji aliyê zabite û kesên maskeyên gazê ser serê wan heyî hatin jê kirin. Yên ku qada nobetê neberdan ji aliyê polîsên hêza çevîk ve bizorê hatin derxistin.
Parlementerê CHP’ê Îlhan Cîhaner ku piştî êrîşê li cihê bûyerê bû, dema ku endamên çapemeniyê mîkrofon dirêj kirinê, polîsan gaz avêt rojnamevanan.
Ketin û derketinên Parka Gerê bigiştî hatin girtin, hate hînbûn ku baxçê çayê yê di parkê de jî hate mohirkirin. Gelek bariyer hatin danîn.
Piştî terora polîsan ya li Parka Gerê, li Taksîm, Dolmabahçe û Harbiyeyê pevçûnan rû da. Di pevçûnên ku çalakvana bi keviran bersiva polîsan da demek dirêj berdewam kir.
Di vê navberê de dê terora polîsan ya li Parka Gerê dê di daxuyaniyek çapemeniyê ya di demjimêr 10.00’an li ber Otela Dîvan bê protesto kirin. kesên ku dengê xwe li ser tora civakî ragihandin, her kes vexwende ber Otela Dîvanê.