'Teqîna li Hesekê ne ji ber sedemeke ji derve ye'

Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser teqîna li Hesekê daxuyaniyek da û diyar kir ku îdîayên dibêjin "teqîn ji ber êrişa hewayî çêbûye" nerast e.

Têkildarî teqînê, Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Îro êvarî  (15'ê Tîrmehê 2020) depoyeke çek û madeyên teqemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk li bajarê Hesekê teqiya. Ev teqemenî bermehiyên şerên dawî yên li dijî terorîstên DAIŞ'ê bûn. Teqîn di encama temasa kehrebeyê rû da. Ji ber teqînê tenê ziyanên madî çêbûn.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê agahiyên ku dibêjin teqîn ji ber balafireke dijber rû daye, diderwînin. Em ji gelê xwe û raya giştî re dibêjin ku armanca belavkirina agahiyên ne rast afirandina aloziyê û têkbirina ewlehiyê ye."