Tenê ji ber sûcên edlî ceza li çeteya Erdogan hate birîn

Tevî ku hatiye ispatkirin, rêveberên çeteya "Osmanen Germanîa" (Osmaniyên Elmanyayî) ji rejîma Erdogan re dixebitin jî, ji ber sûcên edlî cezayê girtîgehê li wan hate birîn.

Çeteya "Osmanen Germanîa" (Osmaniyên Elmanyayî) sala 2014'an bi desteka desthilatdariya AKP'ê ava bû û xwe bi navê klûba boksê bi rêxistin kir. Rêveberên çeteyê ji Adara par û vir ve li Dadgeha Eyaletê ya li Stûttgartê tên darizandin. Di rûniştina doh a dozê de, ji ber sûcên edlî yên; şantaj, bazirganiya narkotîkê û birîndarkirinê cezayê girtîgehê li hin rêveberên çeteyê hate birîn.

Di dozê de ku 7 endam û rêveberên çeteyê tên darizandin, amadekariya ji bo sûîqesta li dijî mûxalîfên rejîma Erdogan ne ji aliyê dozger ve ne jî ji aliyê heyeta dadgehê ve hate ziman. Êrîşa sala 2016'an a li Lûdwîgsbûrgê ya li dijî Kurdan jî di nav de, ti ji sûcên siyasî yên çeteyê, nekete rojevê.

Cezayê herî giran ê girtîgehê li berpirsyarê Stûttgartê yê çeteyê Levent Ûzûndal hate birîn, ku ew jî 6,5 sal e. Li rêveberê çeteyê Mehmet Bagci jî tenê 3 sal û 4 meh hate birîn ku vî şexsî xwe weke 'Lîderê dinyayê yê Osmanen Germanîa' ragihandibû û wêneyên wî Yên bi Erdogan re li qesra Erdogan derketibûn holê.

Kesê sereke yê navê wî di dozê de derbas dibe, Mûstafa Kilinç e. Ji ber ku Kilinç reviya Tirkiyeyê, der barê wî de biryar nehate dayin. Hate tespîtkirin ku Kilinç li Îzmîrê dimîne û bi rêya Konsolosa Elman hewl hate dayin ku îfadeya wî bê girtin, lê encamek jê derneket. Ji xwe, endamên çeteyê yên li Stûttgartê tên darizandin, sûcdariyên ku dozgeriyê qalê dikir xistin stuyê Kilin.

ÇETE YEKSER BI ERDOGAN VE GIRÊDAYÎ BÛ

Li gorî qeydeke deng a ku Kanûna 2017'an hate weşandin, yek ji kesên nêzî Erdogan wekîlê AKP'ê Metîn Kulunk, ji bo "Osmanen Germanîa" rahêje çekê, gelek caran pere ji lîderekî çeteyê re şand. Hate tespîtkirin ku bi vî pereyî debance û çeka otomatîk hatiye kirin ji bo li dijî Kurdan bên bikaranîn. Ji lîderên çeteyê Mehmet Bagci û Selçûk Şahîn ji ber vê yekê par hatibûn destgîrkirin.

Çeteya "Osmanen Germanîa" (Osmaniyên Elmanyayî) ku rêxistina çete ya rejîma Erdogan a li Elmanyayê ye, 10'ê Tîrmeha 2018'an bi daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Horst Seehofer hatibû qedexekirin. Koma çete bi navên cuda karê xwe li gelek bajaran didomîne.