Temellî: Zimanê dayikê maf e, nabe bê nîqaşkirin

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî anî ziman ku zexta herî giran li ser Kurdî ye û got, "Zimanê dayikê maf e, nabe nîqaş li ser bê kirin."

Serokwekîlê Koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî li Meclîsê civîna çapemeniyê lidar xist û bûyerên di rojevê de ne nirxand.

Temellî bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî bal kişand ser zimanên ku di bin zextê de ne û anî ziman ku li Tirkiyeyê gelek ziman li ber tinebûnê ne.

ZEXTA HERÎ GIRAN LI SER KURDÎ YE

Temellî got, "Zexta herî giran li ser zimanê Kurdî ye. Ji bilî Kurdî nêzîkatiya dewletê li zimanê din, kêm jî be erênî ye."

Temellî diyar kir ku derfetên bikaranîna Kurdî her roj hîn bêhtir têne kêmkirin, şano têne qedexekirin, xizmeta Kurdî ya şaredariyan têne qedexekirin, mafê darizandinê yê Kurdî tê desteserkirin, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ji xwe nîne.

Temellî destnîşan kir ku li Meclîsê hîn jî silaveke kurt a bi Kurdî qedexe ye û got, "Li vî welatî 25 milyon mirovên me yên Kurd hene. Bi zimanê xwe yê dayikê silavek jî be, gotinek jî be divê em li karibin li ser kursiya meclîsê bînin ser ziman. Em qedexekirina vê yekê qebûl nakin."

MECLÎS BERSIVÊ NADE BENDEWARIYAN

Temellî got, "Zimanê dayikê maf e, nabe ku bibe mijara nîqaşê û qedexekirinê" û bal kişand ser rêvebirina Meclîsê û got, çareseriyê ji mafên welatiyan re peyda nake.