Temellî: Tenê du dengên Erdogan garantî ye

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di mîtînga Kocaeliyê ya partiya xwe de axivî û got, “Bi dengên ji derveyî welat em ê li Kocaelî, Manîsa, Aydin û Manîsayê parlementeriyê bi dest bixin. Em ê bi 180 parlementeran herin meclîsê.”

Mîtîngên 24’ê Hezîranê yên HDP’ê didê didomin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî tevlî mîtînga li Kocaeliyê bû.

Temellî di mîtîngê de axivî.

WEZÎR Û SEROKWEZÎR HER DEM DEREWAN DIKIN

Temellî got ku, “Ji ber wê cînayeta li Pirsûsê me ev cejn bi xemgînî derbas kir. Ligel ku her tişt li holê ye û hemû gelên Pirsûsê şahidên vê bûyerê ne, Serokwezîr û Wezîr derewan dikin. Bûyera li Pirsûsê provakasyon e. 3 roj berê tên esnafan tacîz dikin û piştre bi çeteyên çekdar dîsa diçin wê derê û 3 mirovên me qetil kirin. Li nexweşxaneyê 3 hevalên me yên birîndar, li pêş çavên polîsan qetil dikin. Qatilan kamera şikandine, qeyd winda kirine û rapora otopsiyê vedişêrin. Dozger ji dêvila ku faîlên vê bûyerê bigirin, 19 hevalên me destgîr kirine. Divê her kes xwedî li hevalên me yên li Pirsûsê derkevin.

Ez bang li hemû serokên partiyan dikim, bangî serokwezîr dikim. Va ye Hevserokê me yê bajêr ê Kocaeliyê di nexweşxaneyê de ye. Kesên ku êrîşî wî kirine, a niha serbest digerin.

DI 24’Ê HEZÎRANÊ DE HÛN Ê HILWEŞIN

Geh li vî aliyî dinihêre, geh li wî aliyî. 6 prompter. Nikarin li çavê mirovan binihêrin. Heke hûn ê qala heqîqetê bikin, divê hûn li çavê mirovan binihêrin.

Di 24’ê Hezîranê de ew ê gelek tişt biguhere. Dixwazin HDP’ê di binê bendê de bihêlin. Ji ber ku HDP di binê bendê de bimîne ew ê 80 parlementerî biçe ji AKP’ê re. Em ê wê bendê hilweşînin, dema ku ew bend hilweşe ew ê kêşeya Erdogan jî çareser bibe.

DEWLETÊ TU KIRÎ NAMZET, NE EW DEWLETA EM DIZANIN, DEVLET BAHÇELÎ TU KIRÎ NAMZET

Dibêje çima ‘We Demîrtaş’ kir namzet, we kesek din nedît. Qaşo em ewqas bê çare ne, me Demîrtaş kiriye namzet. Me bi hemû kesê re gotûbêj kir, bi hemû pêkhateyan re em axivîn û weke namzetê Tirkiyeyê me Demîrtaş derxist. Tu bi kê re axivî? Kê tu kirî namzet? Dewletê tu kirî namzet lê ne ew dewleta em dizanin Devlet Bahçelî tu kirî nazmet. Ew î tu kirî namzet û te jî ew ji pirsgirêka bendê xilas kir. Lîstikeke 2 kesî ye. Ji vê lîstika 2 kesî kerî tu kesê nayê. Lîstika van lîstika gur e. Li Amedê dibin Kurd li Enqerê dibin gur. Niha demê xirabkirina vê lîstikê ye. Tenê Kurdek jî nîne deng bide we.

Li vir ez bang li gelê Tirk û gelên din dikim. Baş nas bikin. Ketiye rewşeke wiha ku kesek dengê xwe nade wan. Tenê 2 dengên garantî heye yek yê wî û ya din jî ya Devlet Beg e.

DIBÊJE EZ Ê ‘REWŞA AWARTE’ RAKIM, LÊ WÊ NE RAKE

Îro bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan (BHQ) de welat bi rê ve dibe. 2 sal in bi Rewşa Awarte rê ve dibe. Bi deh hezaran mirov bi BHQ’ê ji kar hatin avêtin. Li Kocaeliyê Onûr Hamzaoglû yê ji bo gel kar dikir hate îxraçkirin û ji bo ku got ‘ji şer re na’ hate girtin. Niha dibêje ez ê ‘Rewşa Awarte’ rakim. Rake ma kesî bi te girtiye? Ranake, ji ber ku bi Rewşa Awarte xwe li ser lingan digire.

Me got 7 roj û 24 saetan em kar bikin û me kar kir. Niha tenê 7 roj man. Di van 7 rojan de em ê hemû bibin muşahît. Di 24’ê Hezîranê de em ê xwedî li deng û sindoqan derkevin. Em ê sindoqan terk nekin.

Li derveyî welat dengdayîn didome. Bi saya wan dengan em ê li Kocaelî, Manîsa, Aydin û Antalyayê wekîlan bi dest bixin. Ne bi 80 wekîl bi 180 wekîlan em ê biçin parlamentoyê”.