Temellî serdana TUSÎAD'ê kir

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî bi heyetekê serdana TUSÎAD'ê kir.

Temellî tevî Alîkarê Hevserokên Giştî Garo Paylan û namzeta HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş serdana TUSÎAD'ê kir.

Heyeta HDP'ê bi endamên Desteya Rêveber a TUSÎAD'ê re rûnişt û piştî hevdîtinê Serokê TUSÎAD'ê Erol Bîlecîk daxuyaniyeke kin dan.

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî got, "Bi saya vê yekê me bernameya xwe bi wan re parve kir. Bernameya me bi giranî li ser du hîman e. Ya yekemîn demokrasî, ya din jî bernameya aborî ye. Me ji wan re bi berfirehî vegot."

Temellî bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê û got, "Rewşa ne diyar û rîsk zêde dibe. Ji bo rîska polîtîk ji holê rabe, demokrasî gelekî girîng e. Li cihekî ku rîska polîtîk nemaye, hingî gavên girîng ji bo çareserkirina pirsgirêkên aboriyê dikarin bi hêsanî werin avêtin."

Temellî got, "Ez pê bawer im ku 24'ê Hezîranê wê Tirkiye tercîha xwe ji bo demokasiyê bike û di çareserkirina pirsgirêkan de îradeya xwe bi xurtî nîşan bide."