Temellî li Sûrûcê axivî: Em ê hesabê wê di sindoqê de bipirsin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Sûrûcê axivî û got, “Ez bang li hemû alîgirên HDP’ê dikim. Em ê hêrsa xwe biavêjin nava xwe û hesabê wê li ser sindoqê bipirsin.”

Heyeta ku ji hevserokên partiyan û nûnerên saziyên sivîl ên civakî pêk dihatin ji bo sersaxiya malbata Şenyaşar hatin navçeya Sûrûcê. Heyetê li buroya hilbiijartinê HDP'ê ya Sûrûcê têkildarî êrîşa çekdarî ya zilamên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ku di 14'ê Hezîranê de ji malbata Şenyaşar 3 kes kuştin daxuyanî da. Di civîna çapemeniyê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyîgit, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP'ê, namzetên HDP'ê yên Rihayê û gelek kesên din amade bûn.

Di civînê de ewil Namzetê HDP'ê yê Rihayê Nîmetûllah Erdogmuş axivî û wiha got: "Ji dorpêça goristanê ya bi maşîneyên zirxî û rengê êrîşê diyar e ku ev lîstik  bi plan e. Ev bûyer bi Rihayê ne bi sînordar e." 

 KOÇYÎGÎT: EM Ê VÊ ÊŞÊ TU CARÎ JI BÎR NEKIN

Hevberdevka HDK'ê û Namzeta HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigit jî axivî û wiha got: Yên serkeftina 7'ê Hezîranê hezim nekirin li Sûrûcê di 20'ê Tîrmehê de 33 ciwan kuştin. Piştre ji ber pêdivî bi lêpirsîna hewce nedîtin, li Enqereyê komkujî pêk hat. Îro dîsa beriya hilbijartinê xwîn tev li hilbijartinê kirin. Me ev fîlm berê dîtibû. Yên ku serî li vê rêbazan didin, dizanin têk çûne. Em gel û partî destûrê nadin vê yekê. Em jiyana mirovan di ser her tiştî re digirin. Em jiyana mirovan di ser dengan re digirin. Lê yên dengan di ser jiyanê re digirin serî li rêbazên kuştin, gef û aloziyê didin. Divê gelê me li dijî van provokasyonan sersar tevbigerin û destûrê nedin van lîstikên îktîdarê. Em beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê bi hev re, rê li pêş vê yekê bigirin. Em êşa xwe bavêjin hundirê xwe. Çi dibe bila bibe ji bo bûyerên wisa zêde nebin em êşa xwe di hundirê xwe de bijîn. Ji hemû malbat û xizmên wan re em sersaxî û birîndaran re şifa dixwazin. Em ê van rojan derbas bikin. Em ê tu carî vê êşê ji bîr nekin." 

TEMELLÎ: EV ÊŞ NE BI TENÊ YA SÛRÛCÊ YE

Temellî jî axivî û wiha got: "Ev êş ne tenê ya Sûrûcê ye. Ev êş li her derê dijî. Em ji hemû malbat û xizmên wan re sersaxî dixwazin. Êşeke gelek mezin e. Di roja ku biryara hilbijartinê girtin, xuya bû ku wê bûyereke wisa pêk bê. Bi dehan caran me ew ji ber zimanê wan hişyar kirin. Me xwest dest ji vî zimanî berdin. Me got ku ev ziman mirovan û civakê tînin hemberî hev. Em vê îktîdarê ku vî zimanî tercîh dike nahlet dikin. Îktîdara ku bi rêbaza tundiyê li ser hilbijêr û partiya me dixin jiyanê em nahlet dikin. Mînaka herî aşkere bûyera duh li Sûrûcê pêk hat. Ev bûyer piştî daxuyaniyên wezîr û serokomar derketin holê. Em baş zanin ku ev bûyer piştî gotina nifrînê yên wan ket meriyetê.

 Em dizanin li pişt vê bûyerê provakasyonek mezin heye. Wekî bûyera 3 sal berê ya li Serêkaniyê, wekî bûyera 3 sal berê li Sûrûcê pêk hat. Îro li hemû kolanên Sûrûcê kameraya MOBESE heye. Li gel ku rastiyan lêkolîn bikin û delîlan aşkere bikin raste rast wezîr, Serokwezîr û serokomar partiya me sûcdar dike. Em dixwazin bi lezgîn van delîlan ronî bikin. Hemû cîhan dizane ku rastiya vê bûyerê çiye. Lê wezîr wekî ku bûyerek pir hêsan e tevdigere.

‘BILA HEMÛ PARTIYÊN SIYASÎ PÊŞIYA VAN PROVAKASYONAN BIGIRIN’

Em li vir bang li dozgeran dikin ku bi her alî delîlan kom bikin ronî bikin, bi lezgînî bi encam bikin. Em bang li hemû partiyên siyasî dikin ku em bi hev re rê li pêş van lîstik û provokasyonan bigirin. Em bang li hemû serokên partiyên siyasî, namzetên serokomariyê dikin ku hestiyar tevbigerin û em bi hev re destûr nedin van lîstikan. Em dizanin ku armanca wan ev e ku me têxin kemînê û ewlehiya hilbijartinê ji holê rakin. Em dizanin ku armanca wan ev e ku hilbijêr neçin ser sindoqê. Lê em bi hevre mil bidin hev û vê lîstikê xera bikin. Em nekevin van kemînan û van lîstikan bi hevre xera bikin.  Îro cenazeyekî din jî wê li Sûrûcê bê definkirin. Bavê Celal û Delîl Şenyaşar Hacî Evset Şenyaşar jî jiyana xwe ji dest daye. Em ê ji bo van 3 rojan şînê bigirin. Şîna me wê di 3 rojên cejnê de bidome. Em ê piştî 24'ê Hezîranê hesabê van tevan bipirsin. Bila serê hemû kesan sax be. "

Heyeta HDP'ê piştî daxuyaniyê ji bo cenazeyê Esvet Şenyaşar defin bikin, çûn ser goristanê.