Temellî: Li Pirsûsê cînayet hate kirin

HDP mîtîngên ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê didomîne. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî îro li Cizîrê bû. Li Cizîrê bi beşdariya bi hezaran kesan mîtîng tê kirin.

Temellî di mîtînga Cizîrê de axivî û got, “Ew ê ev dewran çep bizivire. Em werin ba hev. Heke HDP di 24’ê Hezîranê de bi ser bikeve, ew ê pêşiya Tirkiyeyê were vekirin.”

Bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Cizîrê mîtîng hate lidarxistin. Gel bi koman berê xwe dan mîtîngê. Piştî lêgerînên li bendên kontrolê yên polîsan gel berê xwe dan qada mîtîngê.

Ligel dorpêça polîsan û hewaya germ, bi hezaran kesan berê xwe dan qada mîtîngê û bi stranan re govend gerandin.

Ji Şirnexê û hemû navçeyên derdorê, malbatên Roboskê, hevşaredarên DBP’ê yên ku qeyyûm li şûna wan hatibû peywirdarkirin, malbatên kesên ku di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dabûn jî tevlî mîtîngê bûn.

Girse bi stranên Koma Gulên Xerzan govendê digerîne û sloganên ji bo piştgiriya HDP’ê berz dikin.

Temellî di mîtîngê de got ku, “Di 24’ê Hezîranê de em ê ji vê desthilatdariyê pak bibin. Em ê destûrê nedin vî tiştî û di 24’ê Hezîranê de em ê dawiya vê pergala zilmê bînin.

LI PIRSÛSÊ CÎNAYET HATE KIRIN

AKP her demê dijminatiya HDP’ê kir. Di meha Remezanê de jî nefreta xwe domandin. Herî dawîn li Pirsûsê provakasyon kirin. Ji ber vê provakasyona wan mirovan jiyana xwe ji dest dan. Her kes dizane ku ev bûyer çawa pêk hatiye, lê serokkomar HDP sûcdar kir. Ew baş dizanin ku li nexweşxaneyê çi bûye. Lê dixwazin mirovan bixapînin.

MA BI ÇEKAN XEBATA HILBIJARTINÊ TÊ KIRIN?

Ma li ku derê hatiye dîtin ku bi çekan xebata hilbijartinê hatiye kirin. Em jî diçin serdana esnafan. Carinan bi destê me nagirin û me rexne dikin. Em dibêjn serçavan û em ji wê derê derdikevin. Lê ev kes bi çekan guleyan li dikanê direşînin. Ev tişt divê di demeke kurt de derkeve holê. Divê sûcdar werin girtin. Beriya hilbijartinên 1’ê Mijdarê û 7’ê Hezîranê jî bi heman lîstikan derdikevin pêşiya me. Me ew roj ji bîr nekirin. Kesên ku tehamulî encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê nekirin, komkujiya Pirsûsê kirin. Niha jî bi senaryoya Qendîlê derketine olê. AKP dizane ku bi senaryoyên şer dikare li ser pêyan bimîne. Herî zêde hûn dizanin. Hûn bi Mehmet Tûnç û Asya Yuksel dizanin. Em ê wan tu carî ji bîr nekin.

EM Ê BIHERIKIN VÊ BENDÊ HILWEŞÎNIN

Êdî demê zivirîna vê çerxê hatiye. Êdîd em ê wê hatiye ku ev welat ji vê hişmendiyê rizgar bibe. Werin em li gel hev cih bigirin. Eger HDP bi hêz di 24’ê Hezîranê de biçe parlemetoyê, wê pêşiya Tirkiyeyê vebe. Partiya HDP’ê partiya kedkar, jinan e. HDP li vî welatî partiya li edaletê digerê ye. Heta ku HDP’ li parlementoyê be wê aştî jî edalet jî pêk were. Em ê bi herikin û vê bendê hilweşînin. Bernameya HDP’ê bernameya demokrasiyê ye. Eger destûreke bingehîn a demokratîk bê avakirin wê her kes bi awayekî azad siyasetê bike. Wê demê wê mekanîzmayên derbeyê jî rabe. Li Amedê gotibûn ‘Pirsgirêka Kurd nîne’ Heta pirsa Kurd çareser nebe, ti pirsgirêk çareser nabe. Werin em mil bidin milên hev welatê xwe demokratîk bikin.

Tirkiye hemû bûye pirsgirêk. Bêkarî serê xwe girtiye û çûye. Bêkariya herî mezin li Botanê ye. Ciwan li benda kar in. Her roj tiştekî dibêjin, rojekê dibêjin Rewşa Awarte ye, rojekê din dibêjin em ê rakin, ciwan welatekî wiha naxwazin. Ji bo wê bang li hemû ciwanan dikin ku werin nava HDP’ê de siyasetê bikin. Ev hişmendiya ku li vî welatî dixwazin ciwanan ji siyasetê dûr bigirin, ji bo ciwanan ne kar zindanan çêdikin. Em ne girtîgehan azadiyê dixwazin.

BILA HEDEFA CIZÎRÊ 97 BE

Divê hedefa Cizîrê ya hilbijartinê 97 be. Eger em 24’ê Hezîranê bi awayekî bi hêz biçin ser sindoqan, em ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin. Ciwan, jin, kedkar, cotkar, esnaf ên beşên herî mexdûr ên vî welatî ne. Ev beş hemû bên gel hev dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin.

TI JIN DENG NADE VÊ HIŞMENDIYA MÊRPEREST

Rengê li jinê hatîkirin cihêkirin, tine hesibandine. Li vî welatî şideta li ser jinê, destdirêjî û destavêtina jinê di asta herî jor de ye. Dibêjin; ‘Ji ber ku jin kar dikin, bêkarî zêde bûye’ em vê hişmendiyê napejirînin. Ti deng nade vê hişmendiya mêrperest.

EM DENG NADIN Û NAVEGERIN, XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVIN

Ji bo hilbijartinê demek pir kin maye. Em ê bi hev re bibin muşahîd. Em ê xwedî li sindoqên xwe derkevin. Em ê deng bikar bînin û nevegerin malê, xwedî li dengê xwe jî derbikevin. Em ê bibin şopdarên dengên xwe. Heta encam diyar bibin ji ser sindoqan naçin. Em ê vê lîstika qirêj bi hev re xirabikin. Em ê bi teqez bi serkevin. Wê demokrasî bi ser keve. Ji bo wê dengek ji bo Demîrtaş yek ji bo HDP’ê.”