Temellî: Em ê mil bi din milên hev, bendê hilweşînin

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî yê ku serdana komeleyên xwecihî yên Îzmîrê kir, anî ziman ku dixwazin li Tirkiyeyê siyasetekî nû bidin bi rê ve birin û got: “Em ê mil bi din milên hev, bendê hilweşînin.”

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî ji bo xebatên hilbijartina serokkomarî û parlemeteriyê ya 24’ê Hezîranê çû serdana Komeleya Alîkarî û Piştiriyê ya Karliovayê û Komeleya Piştriî û Alîkariyê ya Bedlîsiyan a li taxa Yamanlar a navçeya Bayrakli ya Îzmîrê.Temellî yê ku parlemeterê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu, namzetê parlementeriyê yê Îzmîrê Suleyman Gunduz û Cemîle Aydin û endamên partiyê bi coşek mezin û dilgermî hatin pêşwazîkirin.

Temellî diyar kir ku wê piştî 24’ê Hezîranê li Tirkiyeyê tiştên baş bibin û got: “ Yek ji xala herî baş ku em bikarin li Tirkiyeyê bi hev re bijîn, komele xwedî cih û girîngiyekî taybet in. Em dixwazin siyasetekî nû bidin avakirin. Yên ku dibêjin em ê 24’ê Hezîranê li welatê xwe yê hevpar demokrasiyê ava bikin, divê dengê xwe bidin HDP’ê. Divê 24’ê Hezîranê bend bê hilweşandin. Pirsgirêka herî mezin pirsgirêka Kurd e. Tehemûla faşîzmê ji cihêrengiyê rengiyê re nîne.”

Temellî balkişand ser ketina HDP’ê ya parlementoyê û got: “Demê dawîanîna faşîzmê hatiye. Em ê bendê hilweşînin û li pêşiya xwe binêrin. Em ê şev û roj bixebitin ji bo xwedî derketina li sindoq û vîna xwe derbikevin. Em ê 24’ê Hezîranê bên li gel hev û bersiva vê bidin. Denêgên derveyî welat xwedî girîngî û wateyeke mezin in, em ê ya mayî 24’ê Hezîranê temam bikin.”