Temellî: Doza Kurdan êdî meseleyeke global e

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî Lijneya Giştî ya ÎHD’ê de axivî û banga têkoşîna hevpar li mûxalefeta civakî kir. Temellî gotku, “Hemû meseleyên me yek in, çareserî jî yek e. Çareseriya meseleya Kurdan tê wateya çareseriya meseleya demokrasiyê.”

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di Lijneya Giştî ya 19’emîn a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de axivî. Temellî got têkoşîna demokrasî û azadiyê ya ÎHD’ê wê hêzê bide wan û ew ê pêşengiyê ji wan re bike.

Temellî bal kişand ser têkoşîna 32 salan a ÎHD’ê û got: “Dema em li vî 32 salî dinêrin Vedat Aydin, Tahîr Elçî, Mehmet Sîncar û me bi dehan hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Gelek hevalên me berdelên giran dan. Em bi binpêkirina mafan ên micid re hevrû man. Ez li ber têkoşîna wan bejna xwe ditewînim.”

Temellî anî ziman ku azadiya xweîfadekirinê ji binî hatiye rakirin û wiha domand: “Îro herî zêde ‘heqareta li dijî serokomar’ dikin hincet û dozê vedikin. Heke kesek saqoyê Serokomar jî neecibîne dibe mijara dozê. Dema em li dijî vê yekê têdikoşin jî dewleta ceberût şîddetê li me dike. Zextan li me dikin lê em ê serê xwe netewînin. Em ê bi Dayikên Şemiyê û Aştiyê re têbikoşin. Qada Galatasarayê heqîqet e û meydana bîrê ye. Em ê dev jê bernedin.”

DEMA LIHEVRÛNIŞTINÊ YE

Temellî banga têkoşîna hevpar li muxalefeta civakî kir û got: “Îro faşîzmek pêk tê. Êdî dem dema wî tiştî ye ku em li hev kom bibin. Êdî dem ne ew dema ku em li dijî hev muxalefetê bikin. Heke em li pêşiya vê nebin asteng dê faşîzm were ber derê we jî.”

Temellî axaftina xwe wisa dewam kir: “Operasyona li dijî siyaseta me ya di 4’ê Mijdarê de darbe ye. Dema Demîrtaş, Yuksekdag û Baluken û hevalên me din girtin darbeyek mezin li siyasetê xistin. Li Tirkiyeyê hiqûqa dîlgirtinê pêk tê. Tu eleqeya vê pêvajoyê bi hiqûqê re nîne. Ev du sal e hêj nayê zanîn ku hevalên me bi çi tên sûcdarkirin. Tenê ne hevalên me wekîl, qeyûm tayînî 96 şaredariyên me kirin û hevşaredarên me, bi sedan siyasetmedar û hevalên me girtî ne. Ji 6 hezarî zêdetir endam û xebatkarên me di hepsê de ne. Tevî van hemû girtinan û krîmînalîzekirinan jî hevalên me yên girtî hêzê didin me.”

 ‘DIXWAZIN LI SER GELAN XESPÊ BIKIN’

Temellî destnîşan kir ku îro tê xwestin hemû qadên azadiyê ji holê rabikin û got: “Xesp û şîddetê dixwazin li ser hemû gelan rewa bikin. Navê vê meseleyê meseleya Kurdan e. Meseleya Kurdan meseleya hevpar a hemû aliyan e. Îro hemû mafê jinan û kedkaran tê binpêkirin. Tundî li wan tê kirin. Dixwazin bi şerê li dijî Kurdan hebûna Kurdan ji holê bê rakirin û dijminahiyê li dijî Kurdan bilind dikin. Hemû meseleyên me hevpar in û çareserî jî hevpar e. Çareseriya meseleya Kurdan çarseriya meseleya demokrasiyê ye. Meseleya Kurdan êdî meseleyeke global e.”