Temellî: Di nava 10 salan de em dikarin her tiştî biguherînin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî diyar kir ku pêwîstî bi utopyayeke nû heye û got, "Sala 2020 dikare bibe destpêka 10 salên nû û di nava van 10 salên nû de em dikarin her tiştî biguherînin."

Konferansa 2'emîn a Asayî ya Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Navenda Giştî ya HDP'ê bi dirûşma "Me serî hildan, em li ber xwe didin, em ê faşîzmê têk bibin" pêk hat.

Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Şerîf Adlim di destpêka konferansê de axivî û şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anîn ku beriya heft salan li Parîsê hatin qetilkirin.

Adlim bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan ji bo pêşîgirtina li têkoşîna ciwanan e."

Adlim got, "Divê em vê tecrîdê bişikînin. Karê sereke yê têkoşîna dema bê ev e. Em ê tecrîdê bi dawî bikin. Dixwazin têkoşîna jinê asteng bikin. Mîna hevala me ya li Dersimê hate windakirin... Bi navê ciwanên HDP'ê em bang li ciwanan, jinan, kedkaran hemûyan dikin; tevlî meclîsa me bibin, em faşîzmê têk bibin û têkoşîna xwe mezin bikin. Çi dibe bila bibe em zanin ku wê encam bêhempa be."

'PÊWÎSTÎ BI UTOPYAYEKÊ HEYE'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî li konferansê axivî û diyar kir ku sîstema heyî her tişt hilweşand û hîn jî hildiweşîne.

Temellî got, "Ji ber vê yekê pêwîstî bi utopyayekê heye. Şoreş ji nişka ve pêk nayê. Divê mirov hêza şoreşgerî biafirîne. Rêyeke dirêj a ji Parîsê diçe Rojava. Dikare weke sedsala 20'an bê pênasekirin. Sala 2020'î dikare bibe destpêka 10 salên nû û di nava van 10 salan de em dikarin her tiştî biguherînin. Ne tiştekî tesadûfî ye ku Rojhilata Navîn niha navenda siyaseta global e. Eger îro navenda siyaseta global Rojhilata Navîn be, zanibin ku ev sîstem wê hilweşe û nêrîna ku vê sîstemê hilweşîne û ya nû ava bike li Rojhilata Navîn e. Rojava nîşaneya hêzeke guherîn veguherînê ye. Divê em Rojava bi feraseteke şoreşgerî binirxînin. Em dikarin vê sîstemê biguherînin. Ji bo vê jî divê em nêrîna xwe bi pêş bixînin."