Temellî: Dewlet bi destê darazê sûc dike

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî got dewlet bi destê darazê li dijî Hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag sûc dike.

Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  li navenda xwe ya giştî kom bû. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî beriya civîna PM’ê civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ê ji wezîfeyê hat dûrxistin jî beşdarî civînê bû.

Temellî diyar kir ku axaftina siyaeta li Tirkiyeyê tê wateya axaftina darbeyên siyasî û komployan û biryara ji nûve girtina Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag wiha nirxand: “Em duh dîsa bi komployek siyasî re rû bi rû man.”

Temellî da zanîn ku biryar nayê qebûlkirin û got: “Daraza Tirkiyeyê duh dîsa mohra xwe li bin şermek giran da. Mixabin me ji vê re şahidiyê kir û tevlî rûpelên dîrokê bû. Ev berdewama komploya 4’ê Mijdara 2016’an e. Têkçûna pergala daraz û edaletê ji 5’ê Nîsana 2015’an ve ketiye dewrê û didome.”

‘EDALET JI BO HER KESÊ LAZIM E’

Temellî wiha domand; “Tu sûcek hevalên me nîne. Hemû evîndarên azadî, aştiyê û demokrasiyê ne. Ji bo vê evîndariyê çong danaynin û têkoşîna xwe didomînin. Wê yek ji me dest ji vê têkoşînê bernede. Ev têkoşîna edaletê ye. Edalet ji bo her kesî lazim e. Em ê dest ji têkoşînê bêwestan li ser piya bin. Lê îro dewlet bi marîfeta darazê li hember me û hevalên me sûc dike. Sûc çi ye, sûc ew e ku dewlet qanûnên xwe nas nakin. Rewşa heyî zilm e. Hiqûqa dijminahiyê jî derbas kirine. Ji bo Selahattîn Demîrtaş neyê berdan adeta feraset ava kirin. Ji bo heman dosyeyê ji nûve biryara girtinê derxistin. Tu hiqûqnas vê nikare tarîf bike û wate nadê. Ne mimkin e bi wîjdan û ehlaq bê girêdan. Ez îro bang li Tirkiyeyê dikim; hemû kesên xwedî wîjdan û ehlaq divê li dijî vê yekê derkeve. Em hemû ji vê yekê re nebêjin raweste, wê ev bêedaletî û bêwîjdanî her deverî bigire.

 BERPIRSÊ SÛC DEWLET E

Rojên 6-7-8’ê Cotmehê heke li holê sûcek hebe kiryarê wî sûcî jî dewlet bi xwe ye. Me xwest derbarê bûyerên Kobanê de lêkolîn bê kirin û çawa pêk hatine Me pêşniyarî Meclîsê kir. Lê AKP û MHP’ê pêşniyara me red kirin. Hûn ditirsin ku sûcê we derkeve holê. Di hemû bûyer û mijarên girîng de dixwazin me sûcdar bikin. Di hemû kirinên dewletê de tê xuyakirin ku em wek HDP bi komployek çawa re rû bi rû ne.

 LI DMME’YÊ DOZEK BI ÎBRET

 Girtinên 4’ê mijdarê çima neheqî bû û çawa li dijî qanûnan bû beriya niha bi çend rojan li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê ya li Strazburgê derket holê. Jixwe DMME’yê berê biryara Demîrtaş dabû. Tirkiye îtîrazî vê biryarê kir. Doz çû Dadgeha Bilind. Doz li Dadgeha Bilind hat dîtin. Dozek îbret bû. Min li wir şopand. Di şexsê doza Demîrtaş de hemû doz bi awayek eşkere derketin holê.

 Em demildest li benda biryara DMME’yê ne ku encama dozê eşkere bike.

 Jixwe dema em çûn DMME’yê jî em li bendê bûn  Demîrtaş were berdan. Lê duh bi şev me dît ku çima nehatiye berdan. Daraza heyî li ser fermana îktîdarê dixebite. Lê teqez û teqez em ê hesabê vê bêedaletiyê bipirsin.

 REJÎMA QEYÛM

 Heta hiqûqa vê tecrîdê dewam bike û heta ev pergal berdewam bike wê ev kompolo û darbeyên siyasî jî dewam bikin.. Divê em demildest dawî li vê hiqûqa tecrîdê, feraseta Rewşa Awarte û rejîma qeyûm bînin. Ji bo vê yekê lazime em ji duh bêtir bixebitin û têkoşîna xwe mezinttir bikin. Em ê wisa jî bikin. Ji ber ku dizanin wê wisa bibe êrîşî têkoşîna me û partiya me HDP’ê dikin. Dixwazin HDP’ê tune bikin. Lê wê bi ser nekevin.

 PAKÊTA DARAZÊ XAPANDIN E

Ji aliyekî ve rezaleta darazê diqewime û ji aliyekî ve jî qala pakêta darazê dikin. Pakêta daraza wan jî xapandine . Bixwe çêdikin û bi xwe kiras li darazê dikin. Dadger, hunermend û hemû wekîlên wan li ser fermanê dixebitin.

 LI MECLÎSÊ JÎ PERGALA QEYÛM HEYE

Heta em vê pergalê ji feraseta fermandayînê rizgar nekin wê li Tirkiyeyê tu pirsgirêk neyên çareserkirin. Vê pergala bi fermanê tê birêvebirin Pergala Hikumetê ya Serokkomariyê ye. Desthilatdarî  û hevkarê xwe yê biçûk jî dixwaze vesayetê li ser Meclîsê jî pêk bîne. Meclîsê jî bi pergala qeyûm bi rêve dibe. Pergalek qeyûm heye. Niha hêja Ahmet Turk jî di nava me de ye. Ew ji me başttir dizane pergala qeyûm çi ye û çawa talangerî û diziyê dikin. Ev pergal tehamula wê li hember demokrasiyê nemaye û li her deverî îradeya siyasî desteser dike. Tenê ne li Mêrdîn, Wan û Amedê vîna gel desteser dikin li her deverê Tirkiyeyê heman feraset li ser kar e.

 ŞERÊ DERÛNIYÊ BI RÊ VE DIBIN

Piştî rejîm û darbeya Rewşa Awarte qeyûma çi sûcî kiriye û çi nekirine me yek bi yek eşkere kir. Derbarê wan sûcdaran de tu lêpirsînek nehat destpêkirin. Bi rêbazên bêbinî di raya giştî de têgihiştinek çê dikin. Ev şerek derûnî ye û em bi operasyona têgihiştinê re hevrû ne. Ewqas derewan dikin ew bi xwe jî bawer nakin. Her roj derewek nû dikin. Qabiliyeta wan a birêvebirinê nîne.

 PERGALEK BÊBINÎ YE

Di esasê xwe de Pergala Hikumeta Serokkomariyê pergalek bêbinî ye û derew e. Me dît ku bi vê pergalê nikarin birêve biçin. Divê gavek berê gavekê Meclîs îradeya xwe deyne holê. Divê îradeya civakê, rêxistinên civakî û hemû beşên civakê deyne holê. Pirr eşkere ye ku nikarin bi vê pergalê gavek jî birêve bibin. Divê li dijî vê yekê lazime teqez gav werin avêtin. Em carek din Meclîsê vedixwînin wezîfeyê û werin ji vê serwêrîsiyê rizgar bibin. Em gavên samîmî biavêjin û ji bo pêşiya azadiya raman û îfadeyê û birêvebirina siyaseta azad bê vekirin vê pakêta tê em veguherînin sûd jê wergirtinê.

JI BO BERPIRSIYARIYÊ EM AMADE NE

Em ji her tiştên bên kirin re û ji berpirsiyarê re amade ne. Em ê van hemû lîstokên tên birêvebirin bi hev re hilweşînin û vala derxin. Em ê kêliyek jî dest ji têkoşîna xwe bernedin.”