Temellî: Dem hatiye ev desthilatdarî bê hilweşandin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî got, "Dem hatiye ku em vê desthilatdariyê hilweşînin û bibin alternatîfa desthilatdariyê."

Meclîsa Partiyê ya HDP'ê ji bo nirxandina rewşa dawî û amadekariyên Kongreya Asayî ya Mezin a 4'emîn a HDP'ê ku wê di sala 2020'î de were kirin, ji bo civîna dawî ya salê li Navenda Giştî ya HDP'ê li hev kom bû.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî di destpêka civînê de axivî û got, "Li dijî desthilatdariya li Tirkiyeyê me hêza xwe ya mûxalefetê nîşan dan û alternatîfek destnîşan kir. Dem hatiye ku em vê alternatîfê ava bikin û veguherin alternatîfa desthilatdariyê. Bi vÂe biryardariyê em ê dema bê têkoşîna xwe li gel hev dewam bikin. Em pê piştrast in ku HDP wê dema bê li Tirkiyeyê ji bo gelan, kedkaran û jinan bibin yekane alternatîf, bibe alternatîfa desthilatdariyê. Wê Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn biguherîne. Wê aştiya bi rûmet a ku hesreta me ye, wê komara demokratîk biafirîne û ji bo vê bibe hêza herî mezin."

'DEM HATIYE KU EM DAWÎ LI VÊ DESTHILATDARIYÊ BÎNIN'

Temellî destnîşan kir ku dem hatiye ew dawî li desthilatdariya heyî bînin û got, "Ev sîstema ku jê re 'Sîstema Hikumetê ya Serokkomariyê' dibêjin ne ya dewamkirinê ye. Divê dawî li vê sîstemê bê anîn. Ev sîstem li dijî îradeya jiyana bi hev re, li dijî çanda vê xakê û civaka Tirkiyeyê ye. Ev sîstem civakê ji hev cuda dike, xwe ji dijminatiya gelan, ji dijminatiya li Kurdan xwedî dike."

'LI DIJÎ CIVAKÊ ŞER RAGIHANDIN'

Temellî destnîşan kir ku hêzên desthilatdar nikarin rêveberiyê bikin û got, "Lewma tundî ji xwe re kirine amûra yekane. Desthilatdariya heyî vê tundiyê li dijî civakê bi kar tîne û li dijî civakê şer ragihandiye. Li dijî Kurdan, jinan, kedkaran, li dijî xwezayê şer ragihandiye."

Temellî destnîşan kir ku referansa bingehîn a bêhiqûqiyê bêguman tecrîde û got, "Heta ku tecrîd hebe wê bêhiqûqî jî dewam bike. Ji xwe bi vî rengî dewam dike."

BANGA JI BO HILBIJARTINA PÊŞWEXT Û KONGRE

Temellî bi bîr xist ku wan bang ji bo hilbijartina pêşwext kirin û got, "Dema ku me ev bang li Tirkiyeyê kirin, me hewl dan ji civakê re bêjin ku ev yek ne tenê daxwazeke ji bo hilbijartinê ye. Pêwîstiya me ji nû ve bi guhertina sîstemê heye. Em pesnê ya berê nadin, belê divê sîstem bê guhertin, lê belê ne bi navê dubarekirina ya berê. Divê em sîstemeke ji feraseta jiyana bi hev re ya gelên Tirkiyeyê ji feraseta komara demokratîk û îradeya bi hev re ava bikin. Hilbijartin wê bibe dawiya jiyana wan a siyasî."

Temellî bi bîr xist ku HDP kongreya xwe ya mezin pêk tîne û bang li gelan, jinan, kedkarên Tirkiyeyê kir ku vê pêvajoyê bi hev re bi rê ve bibin û Tirkiyeyê ji vê desthilatdariya zordar rizgar bikin.