Temellî: Bila ronahiya malên we venemirin, ronahiya qesrê vemire

Temellî di mîtînga HDP’ê ya Bûrsayê de axivî û wiha got; “Ji bo hilbijartinan tenê hefteyek maye. 7 roj û 24 saetan me kar kir. Di 7 roj û 24 saetên dawî de jî em ê kar bikin. Bila ronahiya malên we venemirin, da ku ronahiya qesrê vemire.”

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di mîtînga partiya xwe HDP’ê ya Bûrsayê de axivî û wiha got; “Ji bo hilbijartinan tenê hefteyek maye. 7 roj û 24 saetan me kar kir. Di 7 roj û 24 saetên dawî de jî em ê kar bikin. Bi dengên we em ê li Bûrsayê ne wekîlek 2 wekîlan bi dest bixin”.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Bûrsayê bi dirûşmeya ‘Ji bo jiyaneke bê şer em li hev dicivin’ li Parka Merînos bi beşdarbûna hezaran kesî mîtîng li dar xist. Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî û namzetê HDP’ê yê Bûrsayê Mehmet Adiyaman weke axaftvanan beşdarî mîtîngê bûn. Di mîtîngê de hunermendên MKM Yasemîn Goksu û Azad Bedran derketin ser dikê. Li herêmê coşa gel zêde bû û li ber stranên Kurdî û Tirkî govend girtin.

Mehmet Emîn Adiyaman di mîtîngê de axivî û wiha got; “Em gelekî ku bi salan e li vê coxrafyayê bi çand, nasnameya xwe hene. Qebûlnekirina vê ti feydeyê nade kesekê. Li Şirnex, Nisêbin û Sûrê mirov hatin qetilkirin. Ger AKP di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de qezenç bike wê komkujiyên mezintir li benda Kurdan be. Olê ku AKP diparêze yê Yezîd e û yê me jî yê Alî ye. Ew Nemrûd e, em Îbrahîm in. Ji ber ku em mezlûm in. Ger em qezenç bikin wê ev zext biqedin. Ji ber ku HDP Tirkiye ye. Ji bo vê divê hemû kes destekê bide HDP’ê”.

TEMELLÎ: DI 24’Ê HEZÎRANÊ DE EM Ê VÊ HIŞMENDÎ BAVÊJIN QIRÊJIYA FAŞÎZMÊ

Gel eleqeyek mezin nîşanî ketina Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî ya qadê bû û bi yek dengê dirûşmeyên HDP û Demîrtaş qêriyan.

Temellî bi zimanê Kurdî û Tirkî gel silav kir û wiha got; “Tevî van hemû zext û provakasyonan em dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernadin. Di nava siyaseta demokratîk de têkoşîna me wê bidome ji bo ku dayik-bav bê zarok, zarok jî bê dayik û bav nemînin. Em ê biçin ser sindoqan xwedî li pêşeroj û dengê xwe derkevin. Bila dost û dijmin baş bizane em ê bi ser bikevin”

Temellî 4 kesên ku di 14’ê Hezîranê li navçeya Pirsûs a Rihayê ji aliyê zilamên wekîlê AKP’ê ve hatibûn kuştin bi bîr anî û wiha got; “Li Pirsûsê bûn sedema mirina dikandarê 25 salan. Li pêş çavên hêzên ewlehiyê qetil kirin. Em dibêjin van mirovan bigirin. Dîmenan lêkolîn bikin. Li cihê ku bersûcan bigirin HDP’ê sûcdar dikin. Ji bo girtina bersûcan înîsyatîf bigrin. Li dijî tirsonekan bi cesûr bin. Ji bo canên ku me li Pirsûsê winda kirî em ê bi ser bikevin”

Temellî got pirsgirêka herî mezin a welat doza Kurd e û wiha domand; “AKP li cihê ku vê doza Kurd çareser bike bi polîtikayên şer xwest Kurdan îmha bike. Diçe Amedê dibêje birayên min yên Kurd. Dibêje doza Kurd nîn e. Diçe Enqereyê dibe gur. Tiştên li Sûr, Cizîr û Efrînê kirî li holê ye. Niha jî lîstika Qendîlê anîne rojevê. Çima? Ji ber ku dixwazin ji wir deng bigirin. Dixwazin desthilatdariya xwe li ser vê ava bikin. Em ê destûr nedin vê hişmendiyê.”

Temellî got ew ê destûr nedin ku HDP li binê bendê de bihêlin û wiha domand; “Ji bo hilbijartinan tenê hefteyek ma. 7 roj û 24 saetan me kar kir. Di 7 roj û 24 saet ên dawî de jî em ê kar bikin. Bila ronahiya malên we venemirin da ku ronahiya qesrê were vemirandin. Em ê bajarên xwe bi rê ve bibin. Em ê ji vê hişmendiya qeyûm rizgar bibin. Bi dengê we em ê li Bûrsayê ne wekîlek 2 wekîlan bi dest bixin”.

Piştî axaftina Temellî axaftina namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ya di TRT’ê de ya zindî dihate weşandin, li qadê hate nîşandan. Bi hezaran kesî temaşeyî gotinên Demîrtaş kir û bi dawîbûna axaftinê re bi hev re li çepîkan xistin û dirûşme berz kirin.

Mîtîng bi govendê bi dawî bû.