Temellî: AKP polîtîkaya şer ferz dike

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Îzmîrê axivî û got ku, “Erdogan ji bo ku zavayê wî dewlemend bibe, polîtîkaya şer li ser vî welatî ferz dike.”

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de HDP li Îzmîrê daket qadê. Beriya civîna bi gel re Hevserokê Giştî yê HDP’ê Temellî bi konvoya wesayîtan hate pêşwazîkirin.

Temellî derbasî buroya hilbijartinê ya Guzelbahçe bû û li vê derê bi gel re civiya. Temellî li vê derê rojev nirxand û got ku, “13 roj man ji 24’ê Hezîranê re. Em ê rojê 24 saetan bixebitin û em ê ji rejîma yekzilamiyê rizgar bibin. Ji bo hilweşandina faşîzmê em ê hemû mil bidin hev.”

Temellî bersiv da gotinên Erdogan ê ku li Nîgdeyê got, “Me li Qendîlê operasyon daye destpêkirin” û got, “Bi nêzikbûna hilbijartinê re dîsa dixwazin şer bidin destpêkirin. Niha jî heman tiştî li ser Qendîlê dikin û gefên darvekirinê li Demîrtaş dixwin. Bila Erdogan bizanibe, ew bi çi gefan bixwe em ê stûyê xwe li ber wî xwar nekin. Em hê jî li ser gotina xwe ne, em dibêjin ‘em ê te nekin serok.”

Temellî got; “Erdogan gefan li mirovan dixwe, mirovan dike dijminê hev û bi derewan ketiye li pey lîstika 3’an” û wiha domand; “Bi revandina 80 wekîlên HDP’ê re dixwaze li parlamentoyê zêdeyiyê bi dest bixe. Wê tûra duyemîn jî bike garantî. Pêşîlêgirtina vê rewşê tenê 24’ê Hezîranê çûyina ser sindoqan û bi dengê xwe, îradeya xwe, ji bo pêşereoja xwe xwedî li Demîrtaş derbikevin û dengê xwe bidin HDP’ê û Demîrtaş. Li her derê desthilatdarî polîtikayên têgihên şer didomine. Îro dîsan rabûye li Nîgdeyê dibêje ‘çiqas xweş e’. ‘SÎHA hene û ÎHA hene. Ji ber vê hêza me ya şer bilind bûye’. Kî çêdike? Zavayê wî. Ji bo ku zavayê wî dewlemend bibe li vî welatî sepandina yekemîn polîtîkaya şer e”.

Temellî wiha domand; “Ji bo xwedîderketina li herêmên jiyanê yên gel em bang li hemû kesî dikin ku xwedî li HDP’ê derbikevin û vê bendê hilweşînin. Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin. Di 24’ê Hezîranê de wê hemû gel li hev bicivîn û ji bi hev re ji vê desthilatdariya zordar a 16 salan rizgar bibin. Werin em bi hev re ji vê rejîma yekzilamî rizgar bibin. Niha dem dema piştevaniyê ye. Îro divê em hemû bi hev re xwedî li sindoqan derbikevin. Dema ku HDP ji wan sindoqan derket wê rêya aşitiyê vebe. Bila dost û dijmin bizanibe em ê bi ser bikevin. Bi teqez em ê bi ser bikevin. Em ê xwedî li dengên xwe derkevin. Em dizanin; wê bixebitin sindoq û dengan bidizin. Lê tevî hemû astengiyan sindoqan bibin ku derê em ê biçin wir û bikevin li pey dengê xwe. Sibeha 25’ê Hezîranê em ê ji bo rojeke bi hêvî ji xwe rabin. Kî dizivire ji rêya xwe bila bizivire lê em ji rêya xwe nazivirin.”

Piştî axaftina Temellî buroya hilbijartinê hate vekirin. Piştî vekirinê jî Temellî ji bo beşdarî bernameya fitarê bibe çû navçeya Menderesê.