Temellî: 24’ê Hezîranê ev desthilat wê biçe

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî yê di mîtînga li Hatayê de axivî got: “Desthilat tên û diçin, ev desthilat jî wê 24’ê Hezîranê biçe.Wê demê wê hemû dosya bên vekirin, wê demê wê hesab ji her kesê bê xwestin.

Rêxistina HDP'ê ya Hatayê di çarçoveya hilbijartina 24'ê Hezîranê de li Hatayê mîtîng pêk anî. Di mîtingê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî axivî û hikûmeta AKP'ê da ber rexneyan. Temellî, xwest piştî 24'ê Hezîranê bi hev re bingeha demokrasiyê bavêjin û ji bo vê yekê jî berî her tiştî bi herve Makeqanûna Bingehîn a demokratîk ava bikin.

Axwaftina Temelli wiha ye:

HÊ JΠNAMZETÊ ME DEMÎRTAŞ GIRTÎ YE, JI BER JÊ DITIRSIN

"Ji hilbijartinê re 4 roj man, hêj namzetê me yê Serokomariyê Birêz Demîrtaş girtî ye. Çima? Ji ber ku ji namzemê me ditirsin. Ew dixwazin bi 400 wekîlan biçin meclîsê û rejîma yek zilamiyê têxin destê xwe. Em wê destûrê bidin vê yekê? Na qet em destûr nadin vê yekê. Lê ew ji bo me asteng bikin serî li hemû rêbazan didin. Xebatkarên me destgîr dikin. Ez bang li hêzên ewlehiyê dikim. Nebin şirîkê sûc. Hûn xizmetkarên cemaweriyê ne. Hûn ne xizmetkarê îktîdarê ne. Ew bi hilbijartinê hatine û wê bi hilbijartinê biçin. Lê hûn wê li holê bimînin. Îktîdar wê di 24'e heziranê de biçe û wê hesab bide gel. Ez dîsa hişyar dikim. Guh nedin derewên ku di derbarê Pirsûsê de dikin.

DOZGER LI BENDA ÇI NE?

Di roja arîfeyê de ji malbatekê 3 welatî kuştin. Di bedena yekî de ji 17 çekên cuda şopa 17 guleyan derket. Lê hê jî di derbarê bûyerê de kesek nehatiye destgîrkirin. Li şûna bersûcan destgîr bikin û darizînin HDP'ê tawanbar dikin. Îro bi dehan şahid hene. Qeydên kamera hene. Lê hê jî dozgeran kesên ku ev komkujî pêk anîne kesek destgîr nekirine. Dozger hê jî li benda çi ne? Li benda fermanê ne? Em dibêjin bersûcan bigirin.

Wekî ku li Serêkaniyê 2 polîs kuştin, wekî ku li Pirsûsê 33 ciwan kuştin, niha dîsa bi lîstikan komkujiyek din li Pirsûsê kirin. Tu wezîrê Karên Hundir e. Divê tu rast teqîn nêzî bûyerê bibe. Divê tu bersûcan bide darizandin.

WERIN EM BI HEV RE MAKEQANÛNA DEMOKRATÎK AVA BIKIN

Werin em bi hev re piştî 24'ê Hezîranê bi hevre bingeha demokrasîyê bavêjin. Em bi hev re makeqanûna nû ava bikin. Destûra Bingehîn ku hemû nasname, reng û bawerî bi hevre bijîn bi hev re ava bikin. Divê em hêzê ji rengên cuda bigirin. Em dikarin bi hev re li ser bingehê welatiya wekhev Qanûna demokratîk ava bikin. Em dikarin bi hev re Qanûna Demokratîk a li ser bingehê welatiya wekhev û aştiyê tê avakirin saz bikin. Ger ku me wisa kir, wê pirsgirêka aştiyê, demokrasiyê, pirsgireka kurd, pirsgirêka betaliyê bê avakirin. Ev hêza me heye. Madem em li gel hev dijîn. Wê demê em pirsgirêkên xwe jî bi hevre çareser bikin.

Bersîva kesên ku dibêjin "Pirsgirêka Kurd tune" niha di vê kêliyê de gelê Amedê li Qada Îstasyonê dide. Em bi rêxistinên demokrasîks saziyên civakî û hemû reng û nasnameyên civakê re dikarin hemû pirsgirêkan çareser bikin. Ji bo vê yekê divê em piştî 24'ê Hezîranê destê xwe bidin hev. An em wê demokrasiyê hilbijêrin. An em wê demokrasiyê hilbijêrin. Eger ku em demokrasiyê hilbijêrin wê demê divê em bi hev re destê xwe bidin hev û bi hev re pirsgirêkan çareser bikin.

16 SAL IN ÇIMA STATU NEDAN MALA CEMÊ ?

Niha dibêjin em wê statuya Mala Cemê bidin Elewiyan. Îktîdara ku 16 sal in li ser kar e, heta niha ti gav neavêtiye, hê jî nû dibêje wê statuya Elewiyan bidim. Te heta niha çima nekir? Ji ber ku her dem îktîdara xwe li ser nifrîn, perçekirina civakê ava dikin. Banga me eve. Wer in em bi hev re Destûra Bingehîn a Demokratîk ava bikin. Kengî me Destûra Bingehîn ava kir, wê demê em wê karibin aştî, demokrasiyê pêş bixin. Di vê pêvajoya ku ew qas pirsgirêk hene, niha bi welatên derve re mujûl dibin. Li ser Sûriye hesab kirin. Şer ji bo Sûriye rewa dît. Li Sûriye rê li pêş DAIŞ'ê vekir. Ji 2011'an li Sûriye şerê navxweşî heye. Niha çeteyên OSO li Efrînê bi cih dike. Çeteyên OSO li wir talan dike, tecawizî jinan dike. Niha ev li Sûriye hê jî didome. Ji bo îktîdara xwe ya qirêj berdewam dike li ser Efrîn, Minbicê hesaban dike.

4 MILYON WELATIYÊN SÛRIYE ÎRO MEXDÛR E

Îro roja Penaberan a Cîhanê ye. Lê îro penaberan wekî maşika siyasî bikar tîne. Rojekê li dijî Ewropa dike maşik. Rojekê dike hemal û karkerên keda erzan û dixebitîne. Rojekê dike amûra hilbijartinê û mafê welatiyê nadin wan. Em li dijî van polîtîkayan dibêjin ne şer aştî. Divê her welat di derbarê siberoja xwe de biryara xwe bidin. Li her welatî her netew û civak di nava sînore xwe de di nava aştiyê de û wekhev bijîn.

Em wê Tirkiye ji xizaniyê û betaliyê xelas bikin. Her kes wê bi afirine. Wê edaleta hatinê pêş bikeve. Tirkiye di cîhanê de welatê herî bê edalet e di qada aboriyê ye. Em wê li dijî xizaniyê û ne wekheviyê têbikoşin. Em wê li gorî heq û edaletê butceyê belav bikin. Divê xizan ne xizan û dewlemend ne dewlemend bin. Binerin li Hatayê betalî zêde bûye. Di serdema îktîdarê de faîz ji sedî 6'an derket ji sedî 18'an. Dolar ji 3.5'an derket 5'an.

Li Hatayê 2 santralên termikê hatine avakirin. Niha jî projeyên 16 santralên din danîne. Ev tev zerarê dide xwezayê. Îktîdara ku qîmet nade xwezayê li hemberî me ye. Nexweşxaneyen Bajaran jî bi vê armancê tên kirin. Xizmeta tenduristiyê kirine amûra bazirganiyê. Mafê her kesî heye ku ji mafê tenduristiyê bigirin. Dîsa mafê her kesî heye ji perwerdehiyê sûdê bigire. Em wê dawî li pergala tenduristî û perwerdehiya bi pere bînin. Em wê hemûyan çareser bikin.

Lê divê berê em ji Erdogan xwe xelas bikin.

Me di serî de got em wê şev û roj bixebitin. Me wisa kir. Niha jî divê em biçin ser sindoqan û destûr nedin dengê me bidizin. Vana diz in. Divê em şopdarên dengê xwe bin. Em destûr nedin diziyê bikin. Ji ber vê yekê em wê tev muşahîd bin. Bila dost û dijmin zanibin, Em wê bi ser bikevin. Teqez em wê bi ser bikevin."