Temel: Meşa me ji bo avakirina demokrasiyê ye

Temel ê HDP'î got, meşa wan a bi navê 'Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê', ji bo rabûna li ber desteserkirina mafên gelên Tirkiyeyê ye, ji bo avakirina demokrasiyê ye.

Nexşeya meşa demokrasiyê ya HDP'ê zelal bû. HDP meşa demokrasiyê wê 15'ê Hezîranê bide destpêkirin. HDP'yî wê ji Edîrneyê ku Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş lê girtiye û ji Colemergê ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven lê bûbû wekîl dest bi meşê bikin û meş 20'ê Hezîranê li Enqereyê wê biqede.

Têkilî meşê ku 15'ê Hezîranê wê dest pê bike wekîlê HDP'ê yê Wanê Tayyîp Temel axivî. Temel diyar kir sedema sereke ya meşê ne ji wekîltiyê xistina wekîlên wan e, ji bo ku ji desthilata nebaş a AKP'ê re bibêje, rawest û ji bo li dijî hewldana desteserkirina li ser gelan dimeşin.

Temel ji wekîltiyê xistina wekîlên HDP'ê weke darbe û desteserkirinê nirxand, got îdîanameyên di dosyayê de yên wê zihniyetê ne ku plangeriya 15'ê Tîrmehê kirine û diyar kir desthilata AKP-MHP'ê berdewama hişmendiya darbekar tîne.

Temel got siyaseta HDP'ê û ya ku HDP temsîla wê dike ne rêçeke wiha ye ku li ser temsîl, mewkî û meqaman siyasetê dike û kodên siyasî ava dike, her dengdayin, xwedîderketina li partiya xwe, kombûna li dora wê her wih helwesteke siyasî ye.

GEL JI BO HESAB BIPIRSE LI HDP'Ê XWEDÎ DERDIKEVE

Temel hilbijartina 31'ê Adarê û gefên, ''em ê dîsa qeyûman bînin' ên nûnerên AKP'ê bi bîr xist û got, ''Ji gelê Kurd re gotin ,'hûn ê deng bidin lê em ê dîsa dest li ser vîna we deyin, em ê dîsa we nas nekin, li cem me ti maneya dengê we nîne.'' Li gel vê jî gel çi kir? Deng neda AKP'ê û vîna xwe danî holê. Li dijî ji wekîltiyê xistina wekîlan, li dijî qeyûman hêrsa gel zêde ye. Ji devereke ku hêrsa xwe mezin dibe û bi hîsa ku zêdetir hesab ji desthilatê bipirse li HDP'ê xwedî derdikeve.''

'HEWCEYÎ PÊ HEYE KU EM LI DIJÎ RÊVEBERIYA NEBAŞ, DESTHILATA BARBAR RABIN'

Li ser meşa ku wê Duşemê dest pê bike Temel got sedema sereke ne ji wekiltiyê xistina wekîlan e û domand, ''Beriya niha li Stenbolê me belgeya hewlestê diyar kribû. Di vî halî de hewceyî pê heye ku li dijî vê rêveberiya nebaş, desthilata barabat, li ser zemîna civakî, bi çarçoweya tifaqa demokrasiyê bi berxwedanê heye, hewceyî bi dijrabûnê heye. Her kes tenê ye, her kes li dijî vê desthilatê bihêrs e. Ji ber vê bi esasî divê her kes were cem hev, her kes li eniyekê bimîne û bi rengekî karîger hesab bipirse. Dema ku me ev helwesta xwe geş dikir ji wekîltiyê xistin. Me hewceyî pê dît ku li dijî darbeyê hewceyî bi planeke bileztir, karîgertir heye.

'MANEYÊN SEMBOLÎK ÊN COLEMERG Û EDÎRNE HENE'

Temel got sedema destpêka meşê ya ji Colemerg û Edîrneyê guhdarbar û sembolîk e, Colemêrg ji dîrokê ve tim bûye hedefa zexta dewletê.

Temel got, ''Leyla Guven wekîla Colemergê ye, wekiltiya wê hate xistin. Ji ber vê ji bo ku em polîtîkayên bi dijminatî yên li ser Kurdan deşîfre bikin ,em cihê herî zindî yê meseleya Kurd destnîşan dikin.''

Li ser sedema be ka wan çima Edîrne tercîh kirine, Temel got, ''Îro bûye sembola darbeya siyasî ya li ser gelên Tirkiyê. Zextên li ser HDP'ê bûye siyaseta darbeyê, ji ber ku li wir Hevserokê  HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li zindanê girtiye. A li wir li djî hemû muxalefeta Tirkiyê ye û piştre yek refê me jî Kandira ye. Li wir jî sembola berxwedana hevpar a jinên Kurd û Tirk Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Sabahat Tuncel û gelek pêşengên têkoşîna azadiya jinê girtî ne.''

LI GEL HEMÛ ASTENGIYAN EM BIRYARDAR IN

Temel got, ''Em  Tirkiyê dibin Colemergê, Kurdistanê dibin Edîrneyê û datînin holê bê ka HDP Tirkiyeyeke çawa dixwaze, ji bo Tirkiyê xwedî projeyeke çawaye.'' Temel her wiha diyar kir di plansaziya çalakiyê de ji bo hemû nasnameyan pêşniyarên wan ên çareseriyê hene.

Temel diyar kir bi sedema Covîd-19'ê, wan ji bo tendiristiya civakê jî tevdîr standine û got: ''Me tevdîr standine lê em biryardar in jî. Li dijî zextan me nexşerêyeke berfireh daniye. Li dijî astengkirinan em biryardar in, bi pêkhateyên xwe, hilbijartiyên xwe, bi rêveberên xwe û em vê meşê ji bo dahatuya gelên Tirkiyê dikin. Ji ber vê li dijî vî halê niha yên gelên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, ku hatine desteserkirin û di tarîtiyê de hatine mehkûmkirin, ji bo avakirina demokratîk a Tirkiyê em vê çalakiyê û meşê organîze dikin. Ji ber vê em biryardar in, li gel hemû astengiyan em ê bimeşin.''