Temamiya metna CPT ya der heqê Ocalan de

Temamiya metna CPT ya der heqê Ocalan de

Komîteya Pêşîgirtina li Îşkencê (CPT) ku bi armanca aşkerakirina rapora xwe ya karê salekê roja Çarşemê li Strasboûrgê civîna çapemeniyê lidar xist, li ser pirsên ANF'ê der heqê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê de daxuyanî dabû.

Ji ber ku ev daxuyanî ji aliyê çapemeniya Tirk ve hate berevajîkirin û bi sernavên "Abdullah Ocalan bi ser Ewropa de çû", "Bi min re zêde eleqedar nebin!", "Ocalan peyam da Ewropayê: Bi min re zêde eleqedar nebin" hat weşandin, em temamiya metna daxuyaniya Alîkarê Serokê CPT doktorê Swêdî Jean-Pierre Restelli yê bi xwe jî di heyetê de cih girt, diweşînin:

"Herî dawî 16 û 17'ê Çileya 2013'an ez çar caran di heyeta CPT ya çû serdana Birêz Ocalan de hebûm, ku ez vê yekê li ser navê xwe weke xweyîmtiyaz û bi şans dibînim. Bêguman me ev serdana xwe ya me Çileyê kirin rapor û ji Hikûmeta Enqereyê re şandin. Ji ber ku me hînê bersiva hikûmetê ya der barê xususên min di raporê de destnîşankiriye nehatiye dayîn, der heqê şert û mercên girtiyê mijara gotinê yê xwedî rewşeke taybete de, em naxwazin zêde tiştan aşkera bikin. Lê divê ev jî were destnîşankirin; mîna ku hûn jî dizanin, şert û mercên ev girtî lê tê ragirtin, ketiye rewşeke dînamîk. Li gorî agahiyên me di hevdîtina dawî de bi dest xistin, ne her roj bin jî, ji bo çareseriya ku li nava raya giştî weke "meseleya Kurd" tê zanîn, yanî ji bo çareseriyeke global a "meseleya Kurd" hefteyê carekê ji meqamên payebilind ên Tirk rayedar hevdîtinê dikin. Em vê rewşê weke pêşketineke bi nirx û pozîtîf dibînin, lewma ev rewşa erênî me weke CPT bi paşve dikşîne.

Dema mirov hevdîtinên Birêz Ocalan ên li gel rayedarên Wezareta Edaletê li ber çavan bigirin, Birêz Ocalan bi xwe ji me re got, ew pirsgirêkên di vê mijarê de di hevdîtinên bi rayedarên Wezareta Edaletê tîne ziman. Yanî di warê dem û derdora hingî de rewş kompleks bû..."

Metna daxuyaniya rayedarê CPT ya der barê Îmraliyê de bi vî rengî bû. Gotinên der heqê vê saziyê de, ku Tirkiye jî di nav de cih digire (Prof. Yakin Erturk di nava pisporên CPT de Tirkiyê temsîl dike) cuda hatibûn dayîn.

Balkêş e ku çapemeniya Tirk bi ti awayî cih neda tespîtên CPT yên der barê pêkanînên xerab û îşkence yên li dijî girtiyên zarok ên Kurd û bangên li hikûmet û dewleta Tirk hatibûn kirin.