‘Têkoşîna me rûmeta meye’
‘Têkoşîna me rûmeta meye’
‘Têkoşîna me rûmeta meye’
Li Başûrê Kurdistanê li gundê Qendîlê Bukruskê bi boneya 25’ê Mijdarê ji aliyê RJAK û YJRK’ê ve meşek hat lidarxistin.
Jinên Qendîlê di meşê de alên RJAK, KJB û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin. Di dema meşê de sloganên wek “jın jîyan azadî, bîjî Serok Apo” hatin avêtin.
Piştî meşê, jinan rêya ku diçe Çoman û Ranya girtin û daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de peyama ku ji aliyê RJAK’ê ve hatî nivîsandin hat xwandin. Peyam ji aliyê Bêrîvan Şaho ve hat xwandin. Di peyamê de bal kişandibû li ser têkoşîna jin a li hember tundiyê. Peyama RJAK’ê wiha bû:“Tundî li dijî jinan, şermezaryekî mirovatiyê ye. Tokoşîna li himber tundiyê erkekî mirovatî ehlakî û siyasye .Tundî berhemê zîhniyeta desthilatî û dîktadoriyê ye. Sîstemê desthilatiyê xwediyê îdeoljiyekî wisaye, ku jin û civak bê îrade û bê şexsiyet bike. Sîstema desthilatî di roja me ya îro de tundiya li ser jin, di hemu aliya de, dide meşandin. Tundîiya li hember jin, di alîyê siyasî, deronî, ekonomî û her waha fîzîkî da tê meşandin.”
DIVÊ JIN LI HIMBER TUNDIYÊ BÊDENG NEMÎNE
Di daxuyaniyê de tê dest nîşan kirin ku divê jin têkoşîna 3 xuşkan bi domîne û daxuyanî wiha didomîne: “ Roja 25’ê mijdarê 1960’an de ku di aliyê 3 xuşkên têkoşer, li hember tundiya desthilatiyê têkoşîna azadiyê dan destpêkirin û heta roja me ya îro, ev tekoşîn ji aliyê jinan da tê dayîn.Lê mixabin tundiya dijî di aliyê sîstema desthilatî de, bi polîtîkayên cur be cur tê meşandin. Di civakê de jin wekî mal, milk namûs û şerefa bav û bira tê dîtîn. Lê jin namusê ti kesî nîne û azadî û şerafa jîn namusa jine.
Ji ber vê yekê jî li hember tundiyê têkoşîn kirin erkekî mirovayetî û axlaqiye. Divê hemû jin li hember ev zîhniyeta desthilatî tekoşîna xwe bilind bike.Divê jin ti car bê deng nemîne.”
Daxuyanî bi slogana " Jin, Jîyan Azadî" bi dawî bû