Têkildarî êrîşa Reyhanliyê 3 kesên din jî hatin girtin

Têkildarî êrîşa Reyhanliyê 3 kesên din jî hatin girtin

Têkildarî teqîna li Reyhanliyê rûda 3 kesên ku sewqî dadgehê kiribûn hatin girtin û şandin girtîgehê. Li gel vê hêjmara kesên hatine girtin giha 7’an.

4 kesên ku hate îdiakirin têkiliya wan bi teqîna li navçeya Reyhanliya Hatayê heye, di demjimêrên sibehê de veguhestibûn Edliyeya Edeneyê. Gûmanbar di bin ewlekariyek mezin de birin dozgeriya komarê ya bi 10’mîn madeya Qanûna Tekoşîna li Dijî Terorê re peywirdar. Ji 4 kesan N.A piştî lêpirsînê hate berdan û 3 kesên din jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. 3 kesên din jî girtin û li gorî vê hêjmara girtiyan giha 7’an.