Tedawiya Mûhlîse Karaguzel a li girtîgehê rewşa wê giran bû, dewam dike

Tedawiya Mûhlîse Karaguzel a li girtîgehê nexweş ket û li nexweşxaneya emeliyata dil a vekirî derbas kir, didome. Keça wê Zîlan Karaguzel wiha got: “Em ê tevî raporên tenduristiyê yên dayika min ji bo înfaza wê bê sekinandin serlêdanê bikin.”

Mûhlîse Karaguzel (60) a li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê tê ragirtin, ji ber di 26’ê çileyê rewşa wê giran bû rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ataturk a Îzmîrê. Girtiya nexweşa giran Karaguzel a nexweşiyên wê yên weke dil, diyabet, hipertansiyon, astim, fitika piştê û stû hene, liv ir di 16’ê sibatê de emeliyata dil a vekirî derbas kir. Parêzeran li ser vê yekê ji bo berdana Karaguzelê serlêdan kirin. Li ser serlêdanê înfaza Karaguzel 3 mehan hate taloqkirin.

Tedawiya Karaguzel a di 22’yê sibatê de sewqî Enqereyê hate kirin berdewam dike.

Keça Karaguzelê, Zîlan Karaguzelê têkildarî rewşa tenduristiyê ya dayika xwe de agahiyê dawiyê parve kirin. Karaguzel, da zanîn ku ji bo dayika wê di şertên baştir de were dermankirin çûne Enqereyê, li vir dermankirina wê didome û got: “Dayika min emeliyateke bixeter derbas kir. Rewşa wê ber bi başbûnê ve diçe. Lê em hêj di hatin û çûyînên nexweşxaneyê de neçarin bi ambûlansê bên û biçin. Ji ber ku dayika min hêj nikare bi rê ve biçe. Em ê tevî raporên tenduristiyê yên dayika min ji bo înfaza wê bê sekinandin serlêdanê bikin.”