Tecrîda li ser Ocalan li Yûwnanîstanê hate protestokirin

Kurdistanî û koçberên Kurd ên li bajarê Lavrîon a Yûnanîstanê dijîn, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê protesto kirin.

Di meşa bi sedan Kurdistanî tevlî bû de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Faşîst Erdogan”, “Dîktator Erdogan” û Şehîd Namirin” qîr kirin.

Meşa ku têde posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên Kurdistanê hate hildan, li pêşiya avahiya şaredariyê bi dawî bû. Li vir piştî deqeyek rêzgirtina ji bo hemû giyanê hemû şehîdên azadiya Kurdistanê û şûnde li ser navê Navenda Çanda Kurdistanê Nûrettîn Ehemet axivî. Ehmet diyar kir ku ev demekî pir dirêj e ku ti agahî ji Ocalan negirtine û wiha got: “Di vê pêvajoyê de divê her Kurd rola xwe bilîze, ji bo şikandina vê tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya xwe rake bikeve nava tevgerê û got heta agahiyekê jê bigirîn wê çalakiyên me dewam bikin.”

Meş bi dirûşim û tilîliyan ve bi dawî bû.