Tecrîda li ser Ocalan li Rûsyayê hate şermezarkirin

Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Kurdistaniyên li Federasyona Rûsyayê dijîn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan protesto kirin.

KRASNODAR

Li bajarê Krasnodar ê Federasyona Rûsyayê, Meclîsa Otonomiya Çanda Kurd daxuyaniyek da çapemeniyê û fikarên xwe yên li ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman. Bi navê Meclîsa Otonomiyê Barzanî Gasanov li ber Mala Gelan axivî û bi bîr xist ku demeke dirêj e ew nikarin agahiyê ji Rêberê xwe bigirin.

Gasanov işaret bi fikarên gelê Kurd ên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan kir û bang li saziyên mafên mirovan û hêzên navneteweyî hate kirin, ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Gasanov destnîşan kir, ku tecrîd ji bo şikandina vîna gelê Kurd tê kirin û got, ne AKP ne jî hêzeke din, nikare bi van lîstikên qirêj vînag elê Kurd bişikîne.

TAMBOV

Li navçeya Mîçhûrînsk ê bajarê Saratovê, Kurdistaniyan bi heman armancê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Nebî Avdiyev bi navê Meclîsa Gel a Mîçhûrînsk peyivî û ji mirovahiya pêşverû xwest, ku li dijî vê pêkanîna li derveyî mirovahiyê dengê xwe bilind bike.

Avdiyev bang li hikukmeta AKP'ê jî kir ku tavilê dest ji van pêkanînên antî demokratîk berde û ji gelê Kurd jî xwest, ji bo rêberê xwe dengê xwe bilind bike.

SARATOV

Li navçeyên Erşov û Krasnîkote yên bajarê Saratov ê Federasyona Rûsyayê, Kurdistanî ji bo ewlekarî û tenduristiya Ocalan rabûn ser piyan.

Kurdistaniyên li ber avahiya Navenda Çanda Kurd a Erşovê li hev civiyan, li ser mijarê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Piştre li navenda çandê civînek hate lidarxistin. Beşdarên civînê, tecrîda giran a li ser Ocalan şermezar kirin.

Li navçeya Krasnîkoteyê jî, Kurdistaniyên li ber Mala Gel li hev civiyan daxuyaniyek dan çapemeniyê û xwestin, ku tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Bi navê Rêveberiya Komîteya Gel Remezan Vedoyevîç li vir peyivî û got, "Azadiya Rêberê me azadiya me ye. Ji bo azadiya xwe divê em hê bêhtir bixebitin û têbikoşin."