Tecrîda li ser Ocalan li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

Kurdistaniyên li navçeya Mîçûrînsk a Tambovê dijîn daxuyaniyek dan çapemeniyê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Kurdistaniyên li navçeya Mîçûrînsk a bajarê Tambov ê Rûsyayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, civîneke çapemeniyê lidar xistin.

Daxuyanî ji aliyê Meclîsa Gel ve hate dayin û hat gotin, "Faşîzma AKP'ê dixwaze vîna gelê Kurd bişikîne û teslîm bigire. Her kesên li pêşberî terora dewletê bêdeng e, hevparê vê terorê ne."

Der barê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha hate gotin: "Erdogan-Bahçelî bi rêya tifaqeke qirêj dixwaze vîna Kurdan bişikîne. Di vê çarçoveyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan roj bi roj dişidîne û hiqûqa navneteweyî ji nedîtî ve tê. Em bang li hêzên navneteweyî dikin, ku pêşî li van lîstikên gemarî yên dewleta Tirk bigirin."

Piştî daxuyaniyê, girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" belav bû.