Tecrîda li ser Ocalan li Bernê hate protestokirin

Li bajarê Bern ê Swîsreyê bi armanca protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngeke hate lidarxistin.

Li pêşiya Parlemetoya Eyaletê ya bajarê Bern a Swîsreyê bi mîtîngekê tecrîda giran a li ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Mîtînga ku Kurdistanî û dostên wan tevlî bû, bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir.

Di mîtîngê de alên PKK, KCK, YPG/YPJ, KCDK-E, SYKP, MLKP û FEDÊ hatin hildan û pakartên bi nivîsên “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistan re statû” û “Ji bo Ocalan û hemû girtiyên siyasî azadî” hate vekirin.

Çalakî bi axaftina li ser navê Tevgera Jina Kurd û xwendina belavokê dewam kir.

Di axaftinên çalakiyê de ev tişt hate gotin: “Tecrîda giran a li ser Ocalan nayê pejirandin. Dewleta Tirk bi şidandina tecrîdê dixwaze têkoşîna bi mafa gelê Kurd asteng bike. Heta azadiya Ocalan wê çalakiyên me dewam bikin.”

Di mîtîngê de banga ji bo tevlîbûna çalakiya ku wê 6’ê Mijdarê li Strasboûrgê bê kirin hate kirin.

Mîtîng piştî axaftinan bi qasî nîvsaetê çalakiya rûniştinê hate kirin û şûnde bi dirûşman ve bi dawî bû.