'Tecrîda li Îmraliyê êrîşa li paradîgmaya jiyana nû ye'

Rojnamevan Yuksel Genç got, bi rêya tecrîda li Îmralilyê tê xwestin ku paradîgmaya jiyana nû ya li Rojhilata Navîn bê rêber bê hiştin.

Rojnamevan Yuksel Genç, tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re nirxand û diyar kir ku tecrîd derbasî asteke nû bûye. Genç got, tecrîda li Îmraliyê beriya niha bi giranî li ser bingeha neçareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê dihate şidandin, lê êdî li gorî polîtîkaya derve tê birêvebirin.

Yuksel Genç da xuyakirin ku bicihhatina nêrînên Ocalan ên ji bo jiyaneke alternatîf ji bo gelên Rojhilata Navîn ne tenê bi hesabê Tirkiyeyê ve nayê, her wiha bi hesabê hêzên global jî nayê û got, "Ev alternatîfa jiyana nû ya li Rojhilata Navîn pêkan e ku bi cih bê. Lewma dixwazin vê altenatîfê bê pêşeng bihêlin û tecrîdê dişidînin."

'TECRÎDA DAWÎ JI POLÎTÎKA DERVE YE'

Rojnamevan Genç anî ziman, ku tecrîda dawî ya li ser Ocalan ji pêvajoyên berê yên tecrîdê cudatir e û ragihand, heman piştî tecrîda dawî, gava ku hikumetê destpêkê avêt, guhertina polîtîkaya xwe ya li ser Sûriyeyê bû. 

Genç diyar kir ku Sûriye bûye qadeke ku hemû hêzên cîhanê li ser ê şerê parvekirinê dikin û got, Tirkiye ji bo di vî şerê hevsengî û parvekirinê de bibe xwedî par, pêwîstî bi polîtîkayên dij bi Kurd dît.

Genç bi dewamî got, "Tecrîda ku pirsgirêka Kurd neçarî neçareseriyê dihêle, berê bandor li nava Tirkiyeyê dikir. Lê niha pêwendiya xwe bi têkiliyên siyasî yên Kurdên li Iraq, Îran û Sûriyeyê heye. Eger Tirkiyeyê tecrîd rakiribûya û pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bimeşanda, wê têkiliya bi Kurdên welatên din re li ser bingeha demokrasî û aştiyê bûya."

'EV POLÎTÎKA BANDORÊ LI DENGDÊRÊ AKP'YÎ JÎ DIKE'

Yuksel Genç diyar kir ku hikumet û hêzên din ên dewletê Kurdan ji xwe re dikin hincet û bi vî rengî hewl didin tevlîbûna li şerê parvekirinê yê Rojhilata Navîn rewa bike.

Genç got, "Ji aliyê hestewarî û ramanî ve naxwazin ku Kurd bibin xwedî statuyekê. Wekî din, ji bo molîbîzasyona polîtîkayên hundir û derve, weke amûreke kêrhatî bi kar tîne."

Genç anî ziman ku polîtîkayên hikumetê yên li dijî Kurdan, di nava gelê herêmê de rê li ber hêrs û fikaran vedike û got, ev polîtîkayên dij bi Kurd û xweranegirtina li statuya Kurdan bandorê li dengdêrên Kurd ên AKP'yî jî dikin.

Gunç da xuyakirin ku di navbera AKP'ê û dengdêrên wê yên Kurd de mesafe vebûye û destnîşan kir ku dengdêrên Kurd, AKP'ê weke xwediyê polîtîkayên ewlekarîarêz, zext û zordariya li dijî Kurdan dibîne. Genç ragihand, eger AKP di hilbijartinê de bi ser bikeve jî wê Tirkiyeyeke nû ava neke û got, "Bi rengekî tirsnak neteweperestiyê sor dike. Ev yek ji bo demkurt dibe ku bi kêrî AKP'ê were. Lê belê ji bo dema dirêj ev rewş wê Tirkiyeyê parçe bike û bixe nava paşerojeke kaotîk."