Tecrîd û êrîşên qirkirinê li Lûzernê hatin şermezarkirin

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên qirkirinê, li bajarê Lûzern ê Swîsreyê mîtîngek hate lidarxistin.

Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê, bi pêşengiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad, li dijî tecrîda li ser Ocalan û êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê meş û mîtîngek hate lidarxistin.

Di meşê de, ku ji navenda bajêr dest pê kir, ciwanan bi qîrîna dirûşman tecrîd şermezar kirin. Piştî meşê, li ber Stasyona Trenê ya Navendî ya Lûzernê mîtîngek hate lidarxistin. Bi navê Ciwanên Azad, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û PYD'ê axaftin hatin kirin. Qisekeran bang li hemû ciwanên Kurd ên li Ewropayê kirin, ku di vê pêvajoya dîrokî de dakevin qadan. Her wiha ragihandin, ku li dijî sîstema kapîtalîst divê ciwan xwe li dora felsefeya Ocalan bi rêxistin bikin û tevlî çalakiyan bibin."

Çalakî piştî axaftinan bi qîrîna dirûşman qediya.