Tecrîd û dagirkerî li Fransayê hate şermezarkirin
Dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Fransa Parîsê hate şermezarkirin.
Dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Fransa Parîsê hate şermezarkirin.
Li banliyoyên Drancu, Villiers Le Bel û Villieneuve Saint Gorgesê yên paytexta Fransa Parîsê, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û tecrîda li ser Ocalan çalakî hatin lidarxistin.
Li ber avahiyên şaredariyên Drancy û Villleneuve Saint Gorgesê mîtîng hatin organîzekirin. Li Villiers Le Belê jî girseya gel li ber garê li hev civiya û ber bi avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Villiers Le Belê meşiyan.
Di çalakiyan de li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û komkujiyên ku kiriye bi sedan belavok hatin belavikrin.
Di çalakiyan de pankartên bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re", "Dewleta Tirk a faşîst ji Kurdistanê bicehime", "Kujer Erdogan" hatin vekirin û bêdengiya welatên Ewropayê ya li pêşberî êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê hate şermezarkirin.
Çalakgeran li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ji bo geşkirina berxwedanê bang kirin.