Tecrîd li Zurich û Frankfurtê hate şermezarkirin
Tecrîdkirina Ocalan li bajarê Zurich ê Swîsreyê û bajarê Frankfurt ê Elmanyayê hate şermezarkirin.
Tecrîdkirina Ocalan li bajarê Zurich ê Swîsreyê û bajarê Frankfurt ê Elmanyayê hate şermezarkirin.
Li bajarê Zurich ê Swîsreyê û li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê Kurdistanî li dijî tecrîdê daketin qadan.
ZURICH
Ji bo Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Human Rights û Xaça Sor dosyayên li ser tecrîdê û grevên birçîbûnê hatin pêşkêşkirin.
Endamên Însiyatîfa Ciwanan a Platforma Piştevaniya bi Grevên Birçîbûnê re, bi nûnerên van saziyan re hevdîtin kirin û bal kişandin ser asta krîtîk a grevên birçîbûnê. Di hevdîtinan de hate ragihandin ku bêdengiya li pêşberî tecrîdê ne ya qebûlkirinê ye û ji saziyan hate xwestin ku bi berpirsyariya xwe tevbigerin.
FRANKFURT
Bi heman armancê li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinan a Amara ya Frankfurtê, Meclîsa Jinan a Sara ya Offenbachê û Meclîsa Jinan a Nûjîn a Hanau ve hate lidarxistin û li Hauptwacheyê pêk hat.
Di çalakiyê de jinan êlekên bi nivîsa "Em jî di greva birçîbûnê de ne" ya ji wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê li xwe kirin.
Jinan li ser tecrîdê û grevên birçîbûnê belavokên bi zimanê Elmanî belav kirin û dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Jin, jiyan, azadî", "Bijî berxwedana Leyla Guven" qîriyan.