Tecrîd li Viyana, Den Haag û Amsterdamê hat protestokirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên balafirên şer ên Tirk li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Viyana, Den Haag û Amsterdamê hatin şermezarkirin.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên balafirên şer ên Tirk li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Viyana, Den Haag û Amsterdamê hatin şermezarkirin.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ciwanên Kurd li Westbahnhof a li navenda bajêr çalakiya rûniştinê lidar xistin.

Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên balafirên şer ên Tirk li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, operasyonên qirkirina siyasî, şewatên ji ber bomberdûmanan, qetilkirina xwezayê, komkujiya li Pirsûsê û terora dewletê ya li Silopiyayê, Ciwanên Azad û ciwanên YXK'yî çalakiya rûniştinê lidar xistin.

Ciwanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG, YPJ, ciwanên Azad û YXK'ê hilgirtin, pankarta bi nivîsa "Terorîst Erdogan" vekirin û belavokên bi zimanê Elmanî xwendin û belav kirin.

DEN HAAG

Li bajarê Hollanda Den Haagê jî bi armanca şermezarkirina terora polîsen AKP'ê û polîtîkayên înkar û tinekirina Kurdan, li ber Central Stasyonê mîtîng û çalakiyeke rûniştinê pêk hat.

Çalakî ji aiyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, Ciwanên Azad Hollanda, tevgera antî faşîst a Hollanda û Hollandiyên Sosyalîst/Şoreşger ve hat organîzekirin.

Di çalakiyê de komkujiyên li Roboskî, Zergelê û Pirsûsê, polîtîkayên şer ên AKP'ê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin protestokirin. Qada mîtîngê bi pankart û dowîzan hat girtin.

Di çalakiyê de TEV-ÇAND û Ciwanên Azad li ser komkujiya li Pirsûsê lîstikeke şano nîşan dan. Endamên Ciwanên Azad kefen li xwe kirin û li qada mîtîngê çalakî pêk anîn. Heta dawiya çalakiyê ciwanan xwe li erdê dirêj kirin û hewl dan komkujiyê vebêjin. Mirovên li derdorê jî bi baldarî çalakî şopandin.

Di çalakiyê de belavok hat xwendin, saziyan peyam şandin û bal hat kişandin ser lîstikên qirêj ên AKP'ê yên li hemberî Kurdan. Hat destnîşankirin ku Kurd wê êdî li dijî van lîstikan her li qadan bin. Çalakî danê êvarê bi dawî bû.

AMSTERDAM

Li paytexta Hollanda Amsterdamê jî çalakiya kon a li Buerspleînê duh bi dawî bû. Di çalakiyê de ji bo Erdogan pankarta bi nivîsa "The new dictator" hat vekirin. Her wiha li ser zext û faşîzma AKP'ê belavokên bi zimanê Îngilîzî û Hollandî hatin belavkirin.

...