Tecrîd li Tirkiyeyê dibe sedema krîzê

Serokê Şaxê Amedê yê ÎHD'ê Ercan Yilmaz, anî ziman ku sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê li Tirkiyeyê dibe sedema krîzê û got, "Ev krîz jî krîzeke siyasî ye."

Serokê Şaxê Amedê yê ÎHD'ê Ercan Yilmaz, da xuyakirin ku çalakiyên girtiyên PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiyeyê dane destpêkirin berdewam dikin û got ku armanca girtiyan rakirina sîstema tecrîdê ya Îmraliyê û pêkhatina sîstema hiqûqê ya asayî ye. 

Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a girtiyên PKK û PAJK'î yên li girtîgehên Tirkiyeyê ku di 27'ê Mijdarê de di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de hatibû destpêkirin, di 4'ê Nîsanê de bi dawî bû, lê belê çalakiyên boykotkirina dadgehan, pêkneanîna hevdîtina bi malbat, parêzerên xwe û derneketina hevdîtina telefonan dewam dike.

Serokê Şaxê Amedê yê ÎHD'ê Ercan Yilmaz ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku girtî ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û pêvajoya muzakereyê destpê bike, di nava çalakiyan de ne û got, “Di greva birçîbûnê ya dorveger a 130 rojî de rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên pîşeyî û baroyan hewl dan balê bikişînin ser vê mijarê..Nobeta Edaletê ya malbatan hesasiyeteke gel ava kir. Di pêvajoya hilbijartinê yên li Tirkiyeyê de, hinek ev çalakî di bin siya hilbijartinê de ma."

DEWLET QANÛNÊN XWE BI XWE PÊK NAYNE

Yilmaz, diyar kir ku sîstema tecrîdê ya bênavber ku 25 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ferzkirin, ne li gorî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê û ne jî li gorî normên hiqûqî yên gerdûnî ye û got, "Ev 25 sal in ku Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin. Hema piştî dîlgirtina wî, ev sîstema tecrîdê xistin dewrê. Mafên Ocalan ên gerdûnî ji aliyê dewletê ve tên binpêkirin. Ji bo vê jî girtiyên ku ev 25 sal in di girtîgehên Tirkiyê de ne bi awayekî periyodîk li dijî vê helwest nîşan didin û çalakiyên wiha dikin. Em careke din dibêjin, beriya ku ev yek li Tirkiyeyê hê bêhtir bibe sedema binpêkirina mafên mirovan, hîn bêhtir windahiya can pêk werin û alozî mezin bibe, divê dawî li polîtîkaya tecrîdê were anîn. Weke ÎHD’ê me gelek caran ev pirsgirêk xist rojevê û me serî li Wezareta Edaletê da. Ji bo şert û mercên li Îmraliyê bên lêkolînkirin û bi girtiyên li wir re hevdîtinê bikin serlêdan hatin kirin. Me di sê mehên dawî de du caran serlêdanên bi heman rengî kirin, lê ti bersiv ji me re nehat."

BINPÊKIRINEKE BÊNAVBER HEYE

Yilmaz, da zanîn ku ev pêkanînên tecrîdê li Tirkiyeyê bûye sedema krîzê û got, "Qanûna Înfazê ji bo girtî û hikumxwaran hin maf dane hene. Bêyî ferq û cudakarî divê ev maf ji bo hemû girtiyan wekhev bên sepandin. Abdullah Ocalan ev 25 sal in girtî ye, bi telefonê çend caran ligel malbatê axiviye bi hejmar 5 caran derbas nake. Mafê şandina nameyan û girtina nameyan ev 25 sal e tên desteserkirin. Dîsa sînordarkirineke keyfî û daîmî ya hevdîtina malbat û parêzeran tê pêk anîn. Ev hemû li dijî qanûnên navxweyî û navneteweyî ne."