Tecrîd li sê bajarên Swîsreyê hate şermezarkirin

Ji bo şermezarkirina tecrîdê û piştgiriya ji berxwedana grevên birçîbûnê li 3 bajarên Swîsreyê çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarê Biel ê Swîsreyê, bi banga 'Platforma Piştevaniya bi Grevên Birçîbûnê re' li ber stasyona trenê ya navendî mîtîngek hate lidarxistin.

Di mîtîngê de pankarta bi nivîsa "Aktîvîstên Kurd li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne" hate vekirin û wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê hatin hildan. Qisekeran bang li CPT û saziyên navneteweyî kirin ku bi berprsiyariya xwe tevbigerin. Di dawiya çalakiyê de belavoka bi zimanê Elmanî hate xwendin.

SOLOTHURN

Bi banga 'Platforma Piştevaniya bi Grevên Birçîbûnê re' bajarê Solothurnê mîtîngek pêk hat. Di mîtîngê de hate gotin, "Her welatparêzên Kurd divê xwedî li vê berxwedanê derkeve û ji bo balê bikişîne ser tecrîdê û grevên birçîbûnê li her cihî çalakiyan bikin."

SION

Li bajarê Sionê, di çarçoveya amadekariya Greva Jinan a Swîsreyê ya 17'ê Nîsanê de rêxistinên jinan çalakiyek li dar xistin. Jinan bla kişandin ser berxwedana grevên birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, siyasetmedar û aktîvîstên jin.

Di çalakiyê de têkoşîna jinên Kurd a li Sûriyeyê hate silavkirin û hate gotin, "Vê têkoşînê li dinyayê deng veda. Her kes qala wêrekiya jinên Kurd dike. Ev yek ji bo serbilindî ye."