Tecrîd li Meclîsa Gallerê û BBC hate şermezarkirin

Greva birçîbûnê ya aktîvîstê Kurd Îmam Şîş ê li Gallerê di roja 84'an de ye. Bi heman daxwazê li ber Meclîsa Gallerê û avahiya BBC çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

Li bajarê Cardiff ê Gallerê, bi pêşengiya komek ji Galleriyên dostên Kurdan ji bo piştevahiya berxwedêrên greva birçîbûnê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakger li ber Meclîsa Gallerê li hev civiyan û piştre berê xwe dan ber avahiya BBC a li Gallerê.

Çalakgeran tîşortên ji wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê li xwe kirin û tevî wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Leyla Guven û berxwedêrên din ên greva birçîbûnê pankarteke mezin vekirin. Hin ji çalakgeran ketin avahiya meclîsê û bi endamên meclîsê re rûniştin.

Komê piştre berê xwe da ber avahiya televîzyona BBC a li Cardiffê. Li pêşiya avahiyê çalakiya bêîteatiya sivîl hate lidarxistin.

Bi navê Meclîsa Gelê Kurd a Gallerê di her du çalakiyan de daxuyanî hate dayin û hate ragihandin, berxwedêrên greva birçîbûnê dersa mirovahiyê didin her kesî û li ber faşîzmê radibin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, wezîfeya bingehîn a însanî û rûmetî ya her kesî ye ku tevlî vê berxwedanê bibin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel hate kirin ku di vê meha berxwedanê de hîn bi berpirsyarî tevbigere û tevlî çalakiyan bibe.