Tecrîd li Marsîlya û Parîsê hat şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li bajarên Fransa Parîs û Marsîlyayê ji aliyê ciwanan ve hat şermezarkirin.

MARSÎLYA
Li bajarê Fransa Marsîlyayê, endamên Ciwanên Azad ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li meydana Vieux-Portê ji bo sê rojan stant vekirin.
Di çalakiyê de wêneyên komkujiyên dewleta Tirk aniye serê gelê Kurd hatin nîşandan û belavok hatin belavkirin.
Ciwanan bêdengiya Yekîtiya Ewropayê bi taybetî Elmanya û Fransayê ya li pêşberî van komkujiyê şermezar kirin û gotin, "Têkoşîna me wê i her qadê heta dawiyê bidome."
PARÎS
Li dijî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şerê kirêt ê çeteyên Erdogan û AKP'ê li Kurdistanê dimeşînin, bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Şehîd Zinar Raperîn saet di 18:00 de li ber navenda bazarê ya Ageora Centre Commercialê çaakiyek hat lidarxistin.
Çalakgeran wêneyê mezin ê Ocalan vekirin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî -Sara, Rojbîn Ronahî" û "Bijî berxwedana Bakurê Kurdistanê" qîriyan.
Ciwanan bal kişandin ser polîtîkayên şerê kirêt ên desthilatdariya AKP'ê li hemberî gelê Kurd dimeşîne û gotin, "Divê ciwanên li Ewropayê li dijî vî şerê kirêt derkevin û li hemberî dewletên hegemonîk û noker li ber xwe bidin."
Çalakî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.