Tecrîd li Langenthal û Parîsê hate şermezarkirin
Li bajarê Langenthal ê Swîsreyê û li paytexta Fransa Parîsê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin.
Li bajarê Langenthal ê Swîsreyê û li paytexta Fransa Parîsê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin.
Li bajarê Langenthal ê Swîsreyê û li paytexta Fransa Parîsê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin.
LANGENTHAL
Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê, ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şidandiye, li bajarê Langenthal ê Swîsreyê hate şermezarkirin.
Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Solothûrnê, Kurdistanî û dostên wan li ber Stasyona Trenê ya Langenthalê li hev civiyan û mîtîngek lidar xistin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, belavokên bi zimanên Elmanî, Kurdî û Tirkî hatin xwendin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser greva birçîbûnê ya li zindanan, ku 63 rojan dewam kir û hat gotin, "Di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd tê tecrîdkirin. Nêzîkatiya li Rêbertî sedema me ya aştî û şer e. Pêwîste em her roj, her kêliyê dakevin qadan, tecrîda li ser Rêbertî bişikînin û tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê pûç bikin."
Mîtîng piştî axaftinan qediya.
PARÎS
Encamên bi guman ên referandûmê û tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytexta Fransa Parîsê hate şermezarkirin.
Çalakî bi pêşengiya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F) û Platforma Jinan a NA ya Fransayê, saet di 19:00 de li meydana Repûblîqûe hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Faşîzma Tirk têk çû, Kurdistan bi ser ket", "Tecrîda li ser Ocalan rakin" hatin hildan.
Çalakgeran dirûşmên "Erdogan kujer û dizek e", "NA, em bi ser ket" qîriyan.
Nûnerên Platforma Jinan a NA ya Fransayê û Tevgera Jinên Kurd axivîn û destnîşan kirin, ku ew encamên hilbijartinê yên Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) qebûl nakin. Qisekeran diyar kirin, encamên ji aliyê YSK ve hatine eşkerekirin rewa nînin û gotin, "Bi diziyê, bi dek û dolaban, bi zext û zordariyê wê nikaribin me teslîm bigirin. NA, em bi ser ketin, em ê li ber xwe bidin."
Hevberdevkê HDK-Fransayê Îbrahîm Seydo Aydogan jî anî ziman, ku vîna gel a bi ser ket, ji aliyê dewletê ve hatiye desteserkirin ûgot, "Em ê vê lîstikê ji hev bixin. Ji roja Yekşemê û vir ve gel li ser piyan e. Em ê rê nedin vê darbeya Erdogan û çeteyên wî. Em li vir in. Na ji dîktatoriyê re, Na ji faşîzmê re, heta dawiyê NA."
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Parîsê Mehmet Alî Yildiz jî bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û got, "Hevalên me, di nava van şert û mercên zehmet de bi berxwedaneke bi heybet, bi erka xwe rabûn. Pêwîste em ji niha û pê ve hê bi xurtî dakevin qadan. Lazim e em tecrîda li ser Rêbertî bişikînin."
Der barê encamên bi guman ên referandûmê de Yildiz got, ew encaman nas nakin û ew ê bi ruhê Newrozê li ber xwe bidin.
Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Dîktator Erdogan" û "Bijî Serok Apo" qediya.