Tecrîd li Hambûrgê hate şermezarkirin

Ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê mîtîngek hate lidarxistin.

Însiyatîfa "Li dijî tecrîdê em jiyanê biparêzin" çalakî organîze kir. Di mîtîngê de pankartên bi nivîsa "Bes e ji tecrîdkirina Ocalan re", "Daxwazên Leyla Guven daxwazên gelê Kurd e" hate vekirin.

Di çalakiyê de li ser rewşa berxwedêrên greva birçîbûnê belavok hatin belavkirin. Saziyên ATÎK-Hambûrg, ADHK, AGÎF-Hambûrg, NAV-DEM û pêkhateyên KKP'ê jî piştgirî dan çalakiyê.

Siyasetmedarê Kurd Serhat Çetînkaya li qada çalakiyê axivî û diyar kir, tecrîdkirina Ocalan li dijî êrîşa gelê Kurd e.

Çetînkaya got, heta ku tecrîd bi dawî bibe wê çalakî dewam bikin û bang li alîgirên aştî û demokrasiyê kir ku tevlî çalakiyan bibin.