Tecrîd li Goteborg û Frankfurtê hate şermezarkirin

Li bajarê Goteborg ê Swêdê û li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê, ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

Doh dora çalakiyê ya ciwanên Kurdistanî bû. Ciwanên ji Tevgera Ciwanên Şoreşger li kolanên qelebalix û li sûka Goteborgê li ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê bi sedan belavok belav kirin.

Ciwanan her wiha afîşên ji wêneyê Leyla Guven ku qala greva birçîbûnê dike, li cihê îlanan û dîwaran daliqandin.

Di kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Goteborgê de ku hefteya bihurî pêk hat, biryar hatibû dayin ku ji bo rakirina tecrîdê û piştgiriya ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê wê her roj çalakiyan pêk bînin.

FRANKFURT

Ciwanên Kurd ên li bajarê Frankfurtê yê Elmanyayê, li navenda bajêr çalakiyek pêk anîn.

Ciwanên ku di dema çalakiyê de axivîn gotin, "Ji bo piştgiriya ji hevalên me yên di greva birçîbûnê de ne em bang li her kesên dijberê tecrîdê dikin ku tevlî çalakiya 24 saetan bibin. Em bang li her kesî dikin ku 24 saetan maskeya ku hevalên me yên di greva birçîbûnê de ne bi kar tînin deynin ber devê xwe û nivîsên #Hungerstrike (yanî #GrevaBirçîbûnê) binivîsînin. Em neçar in ku bala raya giştî bikişînin ser grevên birçîbûnê. Divê em saziyên çapemeniyê yên ku çalakiya Leyla Guven ji nedîtî ve tên şermezar bikin. Em vê berxwedanê mezintir bikin."