BI DÎMEN

Tecrîd li Allesandrîa hat şermezarkirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Îtalya Allesandrîayê hat protestokirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Îtalya Allesandrîayê hat protestokirin

Çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dewam dikin. Kurdistanî û Îtaliyên li bajarê Îtalya Allesandrîayê civiyan, tecrîd şermezar kirin.

Antonîo Olîverî li çalakiyê peyivî û destnîşan kir ku ew tecrîda li ser Ocalan şermezar dikin. Olîverî xwest demek ji ya din zûtir tecrîd bê rakirin û destnîşan kir ku divê AKP dawî li şerê xwe yê qirêj ê li Tirkiyeyê daye destpêkirin, bîne.

...