Tecrîd li 5 bajaran hate şermezarkirin

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarên Bern, Zurich, Lozan, Hamburg û Parîsê bi çalakiyan hate şermezarkirin.

Li paytexta Swîsre Bernê, li Bahnhofplatzê çalakiyeke bêdeng hate lidarxistin û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û piştgirî ji berxwedana grevên birçîbûnê re hate dayin.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Aktîvîstên Kurd ji bo Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne" hate vekirin û wêneyên berxwedêran hate hildan.

Siyasetmedarê Kurd Demîr Çelîk li qada çalakiyê axivî û diyar kir, heta ku daxwazên çalakgeran bi cih werin anîn divê ew li qadan bin.

LOZAN

Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê, li ber stasyona trenê ya navendî çalakî hate lidarxistin û der barê tecrîdê û grevên birçîbûnê belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin.

Bi navê Platforma Piştevaniya bi Grevên Birçîbûnê re daxuyaniyek hate dayin û hate destnîşankirin ku bêdengiya CPT a li pêşberî tecrîdkirina Ocalan ne ya qebûlkirinê ye. Qisekeran ji bo berxwedana grevên birçîbûnê banga xwedîderketinê kirin.

ZURICH

Li bajarekî din ê Swîsreyê li bajarê Zurichê bi heman armancê çalakiyek pêk hat. Di çalakiyê de ku li ber stasyona trenê ya navendî hate lidarxistin, çalakgeran êlekên spî yên bi wêneyên Leyla Guven li xwe kirin û xwestin, bersiv ji daxwazên Leyla Guven re were dayin. Di dawiya çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin û dirûşm hatin qîrîn.

PARÎS

Jinên ciwan ên JXK'ê jî li paytexta Fransa Parîsê li Gare de Lyonê çalakiya "rawestîn" pêk anîn.

Çalakgeran çav û devê xwe girtin û bal kşandin ser rewşa berxwedana Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê. Çalakgeran bêdengiya li pêşberî berxwedanê şermezar kirin û dirûşmên "Em hemû Leyla ne", "Azadî ji Ocalan re" û "Jin, jiyan, azadî" qîriyan.

HAMBURG

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê bi heman armancê mîtîngek hate lidarxistin.

Çalakî li ber dêra St. Petri pêk hat û pankarta bi nivîsa "Bes e ji tecrîdkirina Ocalan re" hate vekirin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Leyla Guven rûmeta me ye", "Bijî berxwedana grevên birçîbûnê" hatin qîrîn.