Tecrîd hat protestokirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êşkenceya di girtîgehan de hatin protestokirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êşkenceya di girtîgehan de hatin protestokirin.
Komeleya Alîkariyê bi Malbatên Girtî re (TÛAY-DER), li ser binpêkariyên di girtîgehan de li Farqînê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Farqînê hat dayîn. Nûnerên partiyên siyasî û malbatên girtiyan tev li daxuyaniyê bûn.
Mehmet Uzel ku rêveberekê TÛAY-DER’ê ye, got: ‘’Desthilatdariya li mîrateya Esat Oktay dibe, bi rêya zindanan dikeve hewila dîzaynkirina civakê û hewila ku êrîşan bibe ser girtiyên siyasî.’’ Uzel her wiha bal bir ser êşkenceya li girtiyên di Girtîgeha Jinan a Patnosê de jî.
Uzal got ku binpêkirina mafan di girtîgehan de, ji tecrîda Îmraliyê ne qut e û wiha axivî: ‘’Ji bo aştî û aramiya civakê çê bibe, ber li azadî û demokrasiyê fereh bibe, divê tecrîda ji ser Rêzdar Ocalan rabibe.’’
ÎZMÎR
Li avahiya Komeleya Xizmên Girtî û Hikumxwariyan a Egeyê (Ege TÛHAYDER), civîn bi çapemeniyê re çê kir. Hevseroka TÛHAYDER’a Egeyê Nîlay Guleser bal bi ser rewşa girtiyên nexweş û kuştina girtiyan di girtîgehan de.
Guleser îşaret bi binpêkariya di girtîgehên Kiriklar û Şakran ên Îzmîrê de kir û destnîşan kir ku binpêkariyên di girtîgehan rasterast têkildarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in.
MERSÎN
Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê re (Çûkûrova TÛAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê têkildarî binpekirinên li girtîgehan daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya Çûkûrova TUAY-DER’ê hate xwendin. Li eywana daxuyaniyê pankarta bi Kurdî û Tirkî ya “Tecrîd sûcekê li dijî mirovahiyê ye, girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatibû daliqandin. Daxuyanî ji hêla Serokê Çûkûrova TÛAY-DER’ê Ergîn Altuntaş ve hate xwendin. Altuntaş got ku li tevahiya girtîgehan îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk li girtiyan tê kirin û destnîşan kir ku rêveberiyên girtîgehan bi awayekî vekirî qanûnan binpê dikin.
‘HER ROJ AGAHIYÊN ÊŞKENCE Û MIEMELEYA XERAB TÊN’
Bi domdarî Altûntaş got ku hema hema her roj bi dehan agahiyên îşkence û miameleya xerab bo wan tên û wiha pê de çû: “Heke gotin di cih de be girtîgehên Tirkiyeyê veguherandine malên îşkence û mirinê. Tevî ku ewlekariya can a girtiyan bi qanûnan hatiye mîsogerkirin jî bi mirin û îşkenceya sîstematîk rû bi rû dimînin.”
‘NÊZÊ ÇIL DEQEYAN ÊŞKENCEYÊ DIKIN’
Altûntaş bi berdewamî bal bir ser êşkenceya li Girtîgeha Tîpa L a Panosê li girtiyên siyasî yên jin hatiye kirin û wiha derbirî: “Di dema hejmartinê de gardiyanên mêr tên qawîşê û girtî jî îtîraz dikin. Xwestine bi dozger re hevdîtinê bikin lê ev daxwaza wan hatiye redkirin. Piştre jî nêzî çil gardiyan û cendirme ketine qawîşê û nêzî çil deqeyan êşkence li Mîzgîn Kayitbey, Lale Kabîşen û Nazlican Barişer kirin. Heta ku îktîdara AKP-MHP’ê van sepanên xwe yên faşîst ên li dijî rûmeta mirovahiyê bi dawî dikin û berpirsyarên wan didarizînin, berpirsyarên sereke yên van sepanan in. Ev yek nîşan dide ku binpêkirinên mafan, îşkence û polîtîkayên bêzarkirinê yên li girtîgehan di çarçoveya konseptekê de tên meşandin.”
‘BILA PARÊZKARÊN MAFÊN MIROVAN Û RÊXISTINÊN GIRSEYÎ DENGÊ XWE BIKIN’
Altuntaş, axaftina xwe wiha qedand: “Zextên li girtîgehan eleqeya xwe bi tecrîda li ser Îmraliyê heye. Tekane rêya aştiya civakî û berfirehkirina qadên demokrasî û azadiyê bidawîkirina tecrîda li ser birêz Ocalan e. Lewma banga me ew e ku di serî de pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê, êrîş, binpêkirinên mafan û polîtîkayên bêzarkirinê yên li hemû girtîgehan bên bidawîkirin. Di vê çarçoveyê de banga me ji bo hemû parêzkarên mafên mirovan û rêxistinên girseyî yên demokratîk ew e ku li dijî polîtîkayên tecrîd, zext û îşkenceyê dengê xwe derxînin.”