'Tecrîd amûra qirkirina civakê ye'

Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Amedê Mehmet Şerîf Çamci got civak bi tecrida li ser Ocalan were bêdengkirin û got, ‘’Tecrîd veguherandin amûra qirkirina civakê ye’’.

Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Amedê Mehmet Şerîf Çamci got tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser hemû civakê ye.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Parêzer ji 27’ê Tîrmehê ve 779 caran serî lê dane ku miwekîlê xwe bibînin lê her carê bi hincetên cuda ev hate redkirin. Derbarê Ocalan ku herî dawî 11’ê Îlona 2016’an malbata xwe dît, ti agahî nayê parvekirin. Herî dawî Serdozgeriyê dîsa bi hincetên dûrî rastiyê cara 88’an daxwaza hevdîtinê ya malbatê red kir.

Çamci got nediyariya li ser rewşa Ocalan fikara hevpar a gelê Kurd e û got tecrîd ji hêla encaman ve ber bi rewşeke wiha ve diçe ku nikare were qebûlkirin. Çamci wiha got: ‘’Tê xwestin ku civak bi tecrîdê were bêdengkirin. Bi tecrîda li ser Rêzdar Ocalan dixwazin civakê bêdeng bikin, nehêlin ku pirsgirêkên xwe vebêjin. Ji hêlan encamen wê ve, em jî car caan dibînin ku em ketine wê rewşê ku encaman ji nedîtî ve werin û gelek kêmasiyên me hene. Ji ber ku, dema ku Ocalan di dewrê de ye, dema ku derbarê çareseriyê fikrên xwe dibêje, civak bi rewşeke wiha ye ku, aktiftir e, li pirsgirêkên xwe xwedî derdikeve û ji bo çareserkirina van pirsigrêkan hewl dide.’’

'CIVAK HATIYE TECRÎDKIRIN'

Çamci got civak dizane ku Ocalan ji bo wan çendî bi rewşeke kilîd e û got: ‘’Civakê dît, pirsgirêk bêyî ku êş werin jiyîn, bêyî ku rê li ber bobelatan û krîzan veke herî baş çawa dikarin werin çareserkirin. Me didît, dema ku Rêzdar Ocalan bi civakê re tekilî datanî, mesaj û ramanên xwe par ve dikir, pêşniyarên xwe yên çareseriyê yên derbarê dewetê û rexneyên xwe diyar dikir, bi mirovan re hêviya ku wê pirsgirêk çareser bibin mezin dibûn. Tecrîda li ser Rêzdar Ocalan, ew encama ku hemû civak were tecrîdkirin bi xwe re aniye. Ji hemû miletan mirov ên ku li ser van xakan dijîn, ji bo tecrîda li ser Rêzdar Ocalan rabe divê kêferatê bike.’’

'ENCAM WÊ GIRAN BIN'

Çamci li ser darvekirinê ya van demen dawî got: ‘’Darvekirin, bi çarçoweya sûcê mirovahiyê tê dîtin, ku hemû zanyaren hiqûq û civakê li ser tifaq danîne ku encamên ku telefiya wê tine, bi xwe re tîne.’’ Camçi bi berdewamî got, dema ku mijar Rêzdar Ocalan be, divê bandora vê ya li ser civakê bi teqezî were dîtin û encamên vê, wê giran be.

Çamcî herî dawî got: ‘’Civak li bendê ye ku ji bo çareseriya pirsgirêkan Rêzdar Ocalan bikeve dewrê, bi gefên wiha ku werin wê civakê ber bi devereke dî ve bibin. Ev gel, ti caran destûra ve nade û wê bi  helwest û berxwedanê li dij vê raweste.’’