Di bernameya serdanê ya CPT de navê Tirkiyeyê nîne

Tê gotin, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) wê vê hefteyê serdana Tirkiyeyê bike. CPT ti daxuyanî di vê derbarê de nedaye. Lê belê di bernameya serdanê ya sala 2019'an de Tirkiye nîne.

Nivîskarê T24 Yalçin Dogan îdîa kir ku wê CPT serdana Tirkiyeyê bike. Dogan got, "CPT wê vê hefteyê li Tirkiyeyê be." Dogan di nivîsa xwe de qala binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê kir û lê cih neda çavkaniya ku agahî li ser hatina CPT daye. Di vê mijarê de detayeke din nehate dayin.

CPT DAXUYANÎ NEDAYE

CPT di malpera xwe ya înternetê de li ser serdanê ti daxuyanî neweşand. Lê belê lîsteya welatên ku wê sala 2019'an biçe serdana wan weşand. Ev lîste ji serdanên peryodîk pêk tê. Welatên Ermenîstan, Bosna Hersek, Danîmarka, Fransa, Yewnanîstan, Îrlanda, Îzlanda û Makedonya di lîsteyê de hene.

DI BERNAMEYA 2019'AN DE TIRKIYE NÎNE

Di daxuyaniya CPT de hate gotin, "CPT eger pêwîstiyê pê bibîne wê sala 2019'an serdanên ad-hoc bike."

CPT berê bi rengekî rêk û pêk serdana 10 welatan dikir. Lê belê ji sala 2018'n û vir ve ji bo kapasîteya serdanên ad-hoc zêde bike, hejmara welatên ku bi rêk û pêk serdana wan dike daxist 8'an."

Hê zelal nebûye ku CPT serdana Tirkiyeyê bike yan na. CPT roja 20'ê Adarê rapora xwe ya li ser Îmraliyê eşkere kiribû. Ev rapor li ser serdana 2 sal beriya niha bû, lewma raya giştî pê qanih nebû bû. Tirkiyeyê piştî 2 salan xwestibû ku rapor bê eşkerekirin. Balkêş bû ev rapor 2 roj piştî ku dewleta Tirk navenda bajarê Efrînê dagir kir hate eşkerekirin.