Taşdemîr: Gelo dewletê alîkarî da DAÎŞ’yên ku vegeriyan Tirkiyeyê
Parlementera HDP’ê Dîrayet Taşdemîr DAÎŞ’iyên ku vegeriyane Tirkiyeyê anî rojeva meclîsê û got “Gelo dewletê alîkarî da wan?”
Parlementera HDP’ê Dîrayet Taşdemîr DAÎŞ’iyên ku vegeriyane Tirkiyeyê anî rojeva meclîsê û got “Gelo dewletê alîkarî da wan?”
Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîrayet Taşdemîr têkildarî çeteyên DAÎŞ’ê yên ku vegeriyane Tirkiyeyê ji bo Serokwezîr Bînalî Yildirim bersivê bide, pirsnameyek da meclîsê.
Taşdemîr a HDP’yî ev pirs kir:
“Li ser sînorê Sûriyeyê yê ku ewlekariya sînor di asta jor de ye, gelo endamên DAÎŞ’ê çawa derbas bûne? Îddîayên ku tê gotin rayedarên dewletê alîkarî dane van kesan, çiqasî rast e?
Têkildarî van derbasbûnên ku raya giştî dixe nav fikaran hûn ê kîngê daxuyaniyekê bidin?
Têkildarî xetereyên ku endamên DAÎŞ’ê vegeriyane Tirkiyeyê, çi tevdîr hatine girtin?
Tê gotin ku mîlîtanekî asta jor ê DAÎŞ’ê yê ku li Dêrazorê li ser saziyeke tendirustiyê bû, li Stenbolê li navendek tendirustiyê dixebite. Di heman demê de Tareq Kamleh ê Avûstralyayî yê ku yek ji propagandaîstê DAÎŞ’ê ye li Stenbolê dijî. Gelo ev îddîa rast in?”