Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû ji ANF'ê re axivî û diyar kir, girtina hevserok û parlamenterên HDP'ê, darbeyeke desthilatdariya AKP'ê ye ku li zemîna siyaseta demokratîk û temsîliyet û mafê hilbijartinê yê serbest hatiye xisitn.
Tanrikûlû diyar kir, encamên siyasî yên girtinan baş nehatine hesabkirin û anî ziman, berdêla girtinan wê ji bo Tirkiyeyê gelekî giran be.
Sezgîn Tanrikûlû girtina HDP'yiyan weke darbeya herî giran a li demokrasiyê hatiye xistin bi nav kir û ragihand, ev yek di heman demê de tê wateya cezakirina komî. Tanrikûlû da xuyakirin, ku yên hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê weke 'Xêra Xwedê' dîtine, ji bo rêveberiya xwe ya otorîter bixin meriyetê, êrîşî mûxalefetê dikin û da zanîn, ku ji bo veger ji vê şaşitiyê bê kirin, ew ê bikevin nava hewldanan.
'VÎNA GEL HAT BOMBEKIRIN'
Tanrikûlû destnîşan kir, ku bi zext û girtinan Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP'ê hewl dide neteweperestiyê sor bike û bi vî rengî rê li ber sîstema serokdewletê ya otorîter veke. Tanrikûlû got, "Di şeva 15'ê Tîrmehê de darbekaran bi balafirên şer bombe li parlamentê barandin. Îro jî AKP û dadgerî bi girtina wekîlên HDP'ê, cara duyemîn bombe li vîna gel barandine."