Tamîlî: Me berdêla piştrastiya bi rojava dan

Tamîlî: Me berdêla piştrastiya bi rojava dan

Di salvegera komkujiya artêşa Srî Lankayê li dijî Tamîliyan kir, mîna li gelek deverên cîhanê li paytexta Swêd Stockholmê jî çalakiya şermezarkirinê hat lidarxistin. Tamilî careke din daketin kolanan û xwestin, berpirsyarên komkujiyê li pêşberî edaletê bên darizandin.

Daxwaza gelê Tamîlê yê diyarkirina çaresnûsa xwe û têkoşîna ji bo dewleteke serbixwe ya Tamîlê, di meha Gulana sala 2009'an de li komkujiyeke giran a artêşa Srî Lankayê rast hat. Artêşa Srî Lankayê ji bo Pilingên Azadiyê yê Tamîl Elam (LTTE) ji holê rake, di Mijdara sala 2008'an de dest bi operasyoneke mezin kir. Gerîlayên LTTE ji bo xwe ji êrişên artêşê biparêzin, vekişiyan bajarokê Mullaithivu yê li peravên bakurrojhilatê bajêr e. Leşkerên artêşa Srî Lankayê, bi çekên giran û modern ji hewa, bejahî û deryayê, dor li herêmê girtin û tevî lîderê Tamîlan Velupillai Prabhakbara bi hezaran gerîla di komkujiyê re derbas kirin.

Di 19'ê Gulanê de hukûmeat Srî Lanka cenazeyê lîderê gerîla velupillai Prabhakbara nîşanî çapemeniyê da, serketina xwe îlan kir û îddîa kir ku "terorîzm dikare bi rêyên leşkerê bê tinekirin." Neteweyên Yekbûyî û rêxistinê mafên mirovan di raporên xwe yên li ser mijarê de gotin, di nava 6 mehan de pirraniya wan sivîl zêdeyî 40 hezar kes hatine kuştin, leşkeran êşkence kirine, dest avêtine jinan û di dema operasyonan de gelek nexweşxane û avahî hatine bombekirin. 

Di dema vê komkujiyê de Tamîliyên li Ewrûpa û derveyî welat dijîn her roj derketin kolanan û gotin "Komkujiyê rawestînin", "Zarokên me tên kuştin", lê cîhan li hemberî vê qêrînê xwe ker kir. Lîderên welatên rojava û emperyalîst ên di dema komkujiyê de xwe ker û kor kirin, piştî komkujiyê hukûmeta Srî Lankayê "ji ber serketina li hemberî terorîzmê" pîroz kirin.

Di nava kesên ev hovîtiya hukûmeta Srî Lankayê pîroz kir, Serokkomar Abdullah Gul û parlamenterên AKP'ê jî hebûn. Gul bi telefonê li Serokdewletê Srî Lankayê geriya û ew pîroz kir. Parlamenterê AKP'ê Mûrat Hamarat jî peyamek pîrozkirinê ji hukûmeta Srî Lankayê re şand û diyar kir ku têkoşîna wan a li dijî "terorîzmê" wê dewam bike.

Gul, par di dema qebûlkirina Sefîrê Bilind ê Srî Lankayê de gotibû, "Gelek tişt hene ku Tirkiye ji Srî Lankayê fêr bibe. Yên çek hilgirtine, divê bi zimanê jê fêm dikin bersiv jê re bê dayîn." Serokkomar Gul bi van gotinan pêşniyar dikir, ku tişta bi serê Tamîliyan de hatiye ew jî bînin serê Kurdan.

Ji xwe AKP û dewleta Tirk demeke dirêj behsa "Modêla Srî Lanka" dikin. Li dijî gelê Kurd amadekariya tevgereke mezin a tinekirinê dikir. Lê, pêngava sala derbasbûyî ya gerîla têkoşîna gelê Kurd xist qonaxeke nû. Her weha şoreşa li Rojavayê Kurdistanê ev niyeta deshilatdariya AKP'e di ber de hişt.

Komkujiya li dijî Tamiliyan mîna li gelek deverên cîhanê li paytexta Swêd Stockholmê jî hat şermerzarkirin. Tamîliyên li meydana Sergel hatin cem hev, wêneyên li ser komkujiyê nîşan dan û wêneyên kesên hatine kuştin bi kulîlkan xemilandin.

Serokê Forûma Tamîl a Swêdê Jefan Mohan da xuyakirin ku, di dema komkujiya 6 mehan de 40 hezar kes mirine, sed hezar kes wenda bûne û nêzî 25 hezar zarokê sêwî mane. Mohan diyar kir ku leşkerên Srî Lankayê, li gerîlayên bi saxî zevt kiribûn êşkence kirin û kurê lîderê gerîla velupillai Prabhakbara yê 11 salî Balgehandran piştî bi saxî girtin gulle lê reşandin û ew kuştin.

Mohan ragihand ku dewleta Srî Lankayê li ser zarokan komkujî kiriye û got, "Me berdêla piştrastî û baweriya bi cîhana rojava dan. Bi navbeynkariya Norwêcê agirbest hat îlankirin, peymana aştiyê hat morkirin û me bawer dikir ku hukûmeta Srî Lanka wê li gorî vê peymanê tevbigere. Me digot, wê welatên rojava DYE û Îngilîstan li hemberî rewşeke neyî nerazîbûnê nîşan bidin. Lê wan xwe ker û lal kirin û bi tenê li komkujiyê temaşe kirin. Di heman demê de alîkarî dan hukûmeta Srî Lankayê ji bo tevgera me tine bike."

Mohan da xuyakirin ku piştî vê komkujiya li dijî gerîla zextên li hemberî gelê Tamîlê girantir bûne û got, "Bi zorê gelê me ji welatê xwe derxistin û di şûna wan de Senegalî bicih kiirn."

Mohan diyar kir ku ew gelê Kurd weke xuşk û bira dibînin, têkoşîna wan ji nêz ve dişopînin û piştigiryê didin wan û banga "Ti carî bi welatên rojava ne piştrast bin, bi hêza xwe ya cewherî bawer bin" da Kurdan.