Talîbanan êrîşê barageha DYA’yê kir
Talîbanan êrîşê barageha DYA’yê kir
Talîbanan êrîşê barageha DYA’yê kir
Li rojhilatê Afganîstanê, komeke çalakgerên întîxarî li hemberî barageheke Amerîkayê ya sînorê Pakîstanê êrîş pêk anîn.
Êrîş li eyaleta Nargarhar pêk hat. Berdevkê eyaleta Nargarhar Ahmed Ziya Abdulzîaîn ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku li navbera Pakîstan û Afganîstnê di nokteyeke derbasbûnê ya sereke ya ji bo derbasbûna kamyonên îkmalê ya NATO’yê, Torkham, komeke çalakgerên întîxarî li hemberî barageha Amerîkayê êrîş pêk anîn.
Berdevk diyar kir ku serhêldaran komyonên îkmalê ya NATO’yê şewitandine û piştre di navbera hêzên Amerîka û Afganîstanê û sê çalakgerên întîxarî de pevçûn derketiye û çalakgerên întîxarî hatine kuştin. Berdev da zanîn ku êrîş bi dawî bûye û rewş xistine bin kontrolê.
Berdevkê Talîbana Afgan Zabîbullah Mucahîd daxuyaniyek nivîskî da û êrîş girt xwe. Di nûçeya AFP’ê de der barê naveroka danezanê de tiştekî din negot.
Serwîsa çapemeniyê ya ISAF a hêza NATO’yê ya Afganîstanê ye, diyar kir ku li eyaleta Nangarhar li nêzî barageheke operasyonel ya DYA’yê gelek teqîn pêk hatine.
Di daxuyaniyê de hate îdia kirin ku tu endamekê ISAF’ê nemiriye û der barê rewşa heyî ya li qadê jî dê daxuyaniyek bidin.