Taksîm û Parqa Gezî di bin dorpêça polêsan de ne

Taksîm û Parqa Gezî di bin dorpêça polêsan de ne

Li dû êrişa polêsan a li dijî berxwedêrên Parqa Gezî, destûr ji wesaît û mirovan nayê dayîn biçin Qada Taksîmê. Li qadê bi tenê polês, rojnamevan û karkerên paqijiyê hene.

Piştî êrişa doh a polêsan bi bombeyên gazê û valakirina Parqa Gezî, ji îro danê sibê û pê ve qad ji trafîka mirov û wesaîtan hat girtin.

Wezîfedarên Şaredariyê, ji aliyekî ve paqijiyê dikin, ji aliyê din ve jî maşînên kar ên di dema çalakiyê de hatin şewitandin ji qadê radikin. Parqa Gezî û Qada Taksîmê bi temamî ketiye bin kontrola polêsan. 

Komek ji çalakgeran jî li ber Otêla Dîvanê radiweste. Pevçûnên tevahiya şevê dewam kirin, destê sibê veguherî bêdengiyekê.

Tê gotin li Harbiye, di navbera çalakger û polêsan de dem bi dem tengezarî rû dide. Li Parqa Gezî jî, ji bilî wezîfedaran destûr ji kesî re nayê dayîn bikevin qadê.

Di vê navberê de, li ser belavbûna pevçûnan li navçeyên cûda yên Stenbolê, saet li gora 04.00 de 8 maşînên leşkerî bi hinceta "tedbîrê" veguhestin Mecîdiyekoy û li wir radiwestin. Her weha ji bajarên derdorê jî hejmareke zêde polês hatin û li Mecîdiyekoyê tên rawestandin.