Taksîm ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin

Li Stenbolê, derdora meydana Taksîmê û kolana Îstîklalê ji ber pîrozbahiyên 1'ê Gulanê bi bendên polîsan hatine girtin.

Tevî ku KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê biryar dan pîrozbahiyên îsal ên 1'ê Gulayê yên li Stenbolê li Bazara Gel a Bakirkoyê lidar bixin jî, danê sibehê derdora meydana Taksîmê û kolana Îstîklalê bi bendên polîsan hat girtin. Hemû rêyên berê wan li Taksîm û kolana Îstîklalê en, ji aliyê polîsan ve hatine girtin. Li herêmê gelek TOMA, maşînên zirxî yên bi tîma 'akrep' û wesayîtên binçavkirinê hatine bicihkirin.

Li aliyê din, kedkar wê bi pêşengiya Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê li Forûma Marmara û aliyê Încîrlî yê E-5'ê li hev bicivin û bi du baskan ber bi Bazara Gel a Bakirkoyê ve bimeşin. Kombûn wê saet di 11:00 de pêk were. Mîtîng jî saet di 13:00 de wê destpê bike. Di meş û mîtîngê de wê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî amade be.

Wekî din, li hemberî binpêkirina mafên mirovan û binçavkirinên gengaz, Baroya Stenbolê navenda krîzê vekir û welatî wê tevahiya rojê bi rêya nûmara 0 212 252 95 16 karibin serlêdanê bikin.