Tabûta Tîmtîk a ku hatibû revandin vala derket

Parêzer Mûrat Çelîk diyar kir ku piştî karên otopsiyê yên parêzer Ebrû Tîmtîk a ku di roja mirinê de jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê wê ji Saziya Tipa Edlî hatibû revandin, tabût birine morga Kuçukçekmeceyê lê tabût vala derketiye.

Parêzer Ebrû Tîmtîk a ku di roja 238’emîn a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dabû, tabûta wê ji Saziya Tipa Edlî hatibû revandin. Derket holê ku tabût vala ye.

Parêzer Mûrat Çelîk ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku tabûta ji ber Saziya Tipa Edlî hatibû revandin vala derketiye. Çelîk diyar kir ku wesayîta ku divê biçûya Taxa Gaziyê, çûye morga Kuçukçekmeceyê. Çelîk bal kişand ser vî tiştî ku tabûta ku cenazeyê Tîmtîk tê de bû bi wesayîta sivîl ji Saziya Tipa Edlî hatiye derxistin û birine Cemxaneya Gaziyê.